• DOLAR 32.212
  • EURO 35.032
  • ALTIN 2512.457
  • ...
SON DAKİKA
Çima midaxele li agirê li Çiyayê Cûdî nayê kirin?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê 6 rojan li gundê Cifanê, Gundikê Remo û Nêvavaya ku girêdayê navenda Şirnexê ne di herêmên daristanî de şewat dest pê kir û şewat bi tesîra bayê belavî temamê herêmê bû.

Gundîyên ku li herêmê dijîn dibêjin; tu kes mixadeleyî agir nake. Li gorî agahîyên ku ji herêmê tên girtin li hinek herêman agir ji xwe me ra ditefe; lê belê ji nişka ve li hinek herêmên din jî şewat dest pê dike.

Welatîyên ku li gund dijîn destnîşan dikin, agir ji ber guleyên ku ji teref leşkeran ve hatine berdan dest pê kiriye. Welatî her wisa dibêjin: “Ji ber tesîra bayê agir zûtir belav dibe.Ji navenda Şirnexê bi xwe jî ev agir tê dîtin; lê belê tu kes mudaxeleyî agir nake. Dema ku em li wan digerin ji me re dibêjin ‘me meşxûl nekin’ û telefonê di rûyê me de digirin.Ji ber vê yekê em li çareya serê xwe mêze dikin û bi hewldanên xwe agir ditefînin.Ger rayedar midaxeleyî agir kiribana ew ê agir ev qas belav nebûba.Ez ji rica dikim ku bila xwe li ber vî agirî kerr û kor û lal nekin.Debara me bes bi ajalvanîyê ye, ger ev çiya bişewitin em debara xwe çawa bikin.”(ÎLKHA)

video

 





Bu haberler de ilginizi çekebilir