• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li tevahîya cîhanê zêdetirî 7 hezar xebatkarê tenduristîyê ji ber Covid-19 mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî lêkolîna ku ji teref Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê ve hatiye kirin, ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê zêdetirî 7 hezar xebatkarê tenduristîyê canê xwe ji dest dan. Li gorî lêkolînê bes li Meksîkayê herî kêm hezar û 320 xebatkarên tenduristîyê ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.

Dîrektorê Yekîneya Edaleta Civakî û Aborîyê yê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê Steve Cockburn derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Steve Cockburn di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; heqê her xebatkarî ye ku di nav ewlehîyê de bixebite û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Zêdetirî 7 hezar  xebatkarê tenduristîyê dema ku hewl didan canê yekî xelas bikin ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir