• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Karwana Hêvîyê ya Çewligê ji kesên ku di hezaza erdê de zirar dîtin re alîkarî kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çendakî li gundê Bîneklîya navçeya Dara Hênê ya Çewligê hezaza erdê pêk hatibû û gundî zirar dîtibûn.

Piştî hezaza erdê ya ku pêk hat re Karwana Hêvîyê ya Çewligê çû serdana gundîyan û ji wan re alîkarîyên cûrbecûr kir.

Mihemed Refîq  Gonulê Alîkarê Serokê Komeleya Karwana Hêvîyê ya Çewligê  derbarê xebatên alîkarîyê yên ku li gund hatin kirin de daxuyanîyek da.

Gonul di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew piştî hezaza erdê li gund alîkarîya xurek û erzaqê kirine û dû re wuha li axavtina xwe zêde kir: "Ji ber hezaza ku pêk hat 4 malbat di konan de dimînin. Kesên ku li rasta bobelatê hatin li benda alîkarîya rayedaran in. Xweda ji qeza û belayan muhafeze bike. Xweda ji wan re bibe alîkar û wanan ji bobelatên wisa muhafeze bike."(ÎLKHA)

















Bu haberler de ilginizi çekebilir