• DOLAR 32.402
  • EURO 34.609
  • ALTIN 2389.257
  • ...
Berdevkê Hamasê: "Ummet pêwîst e ku li dijî plana îlhaqa Şerîaya Rojava biraweste"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zuhrî di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de banga xwedîderketina doza Filistînê li ummeta Îslamê kir û diyar kir, divê ummeta Îslamê bibe seferber da ku xwedîtî li ummeta Îslamê bê kirin û li hember vê geşedana bi xetere bê rawestîn.

Zuhrî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, rejîma îşxalê ya siyonîstan niyeta xwe eşkere kir û destnîşan kir ew ê di pêvajoya pêşîya me de Şerîaya Rojava îlhaq bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ev yek geşedaneke pir bi xetere ye. Lewra ev yek maddeyek ji maddeyên peymana sedsalê ye û pê tê xwestin ku doza Filistînê bi temametî bê tasfîyekirin.Bi vê projeyê dixwazin ku temamê axên Filistînê talan û îşxal bikin. Ji ber vê yekê doza Filistînê bi xetereyekê re rû bi rû maye.Em bang li hemû kesî dikin da ku derfet û hêzên xwe seferber bikin û xwedî li doza Filistînê derkevin.Bi izna Xweda dê Filistîn cardin azad bibe û em ê wek fatîhan têkevin Qudsê."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir