• DOLAR 32.223
  • EURO 34.933
  • ALTIN 2444.474
  • ...
PKK/PJAKê xortekî Kurd qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zilm û zordarîya PKKyê  hov li 4 parçeyên Kurdistanê bênavber berdewam dike.

PKKê herî dawî xwe li Wanê û Hewramanê nîşan da.

PKKyê ku doh li Wanê 2 karkeran qetil kir vêcarê jî li Hewrama Kurdistana Rojhilat derket holê û xortekî Kurd ê bi navê Soran Ahter Semîr ê ku jê xerac hat xwest û nikaribû bide revand.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mîlîtanên PKK/PJAKê, Kurdê bi navê Soran Ahter Semîrê ku nikaribû xeracê bide pêşî revandin û dû re bi 6 guleyan ew înfaz kirin.

Mîlîtanên ku Soran Ahter Semîrî qetil kirin cenazeya wî li nêzî gundê wî danîn.

Mîlîtanên PJAKê nexasim ji wan Kurdên ku li ser sînor kolberîyê dikin xeracê daxwaz dike û kesên ku naxwazin xeracê bidin wan înfaz dikin.

Ji ber înfaza ku hat kirin li ser medyaya civakî ji PKK/PJAKê re bertek hat nîşandan.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir