• DOLAR 32.251
  • EURO 35.002
  • ALTIN 2418.465
  • ...
Li Silêmanîyê bi 12 xebatkarên tenduristîyê re Coronavîrus hat tespîtkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Silêmanîyeya Herêma Kurdistanê di 24 seatên dawî de bi 51 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin.

Derbarê geşedanên dawî yên derheqê coronavîrusê de ji teref Alîkarê Midûrê Tenduristîyê yê Silêmanîyê  Dr. Herîş Seyîd Selîm ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Seyîd Selîm di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ji van 51 kesên ku bi vîrusê ketine 12 kes xebatkarên tenduristîyê ne û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Li Pencwînê zêdebûna waqayan dihat texmînkirin. Lewra li bajêr derîyê sînor heye û çûyîn û hatina wê derê zêde ye.Her wisa ew der navenda ticareta di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de ye. Bêşiphe çûyîn û hatinên qeçex jî çêbûne.Di her du halan de îhtîmala pêketina bi vîrusê heye."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir