• DOLAR 32.29
  • EURO 34.854
  • ALTIN 2381.303
  • ...
Li Îranê di 24 seatên dawî de 63 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 7797an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 151 hezar û 466 kesî.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 63 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 7797 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  151  hezaran û 466 kesî.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir