• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin derket 27 hezar û 940 kesî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Piştî  Amerîka û Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 27 hezar û 940  kesî.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 52  kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 27 hezar û 940î û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin  derket li ser 280 hezarî.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir