• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
Li Fransayê ji ber Coronavîrusê heta niha 28 hezar û 215 kes mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 181 hezar û 826  kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref  Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 83  kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 28  hezar û 215  kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 63  hezar û  858  kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir