• DOLAR 32.187
  • EURO 35.036
  • ALTIN 2500.785
  • ...
Li Mêrdînê bobelata birûskê: Şivanek canê xwe ji dest da û 130 heywan telef bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî agahîyên ku hatin wergirtin li gundê Sulakdereya girêdayê Mehsertêya navçeya Mêrdînê du birayên bi navê Remezan û Azad Yilmaz dema ku heywanên xwe didan çêrandin birûskê li wan xist.

Çawa bi bûyerê hat hesîn ambûlansan hatin sewqkirin cihê bûyerê û her bira hatin rakirin nexweşxanê, lê digel temamê midaxeleyan Remezan canê xwe ji dest da û tedawîya Azadî jî berdewam dike.

Li gorî agahîyan di encama bûyera ku pêk hat de 130 heywan telef bûn.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir