• DOLAR 32.45
  • EURO 34.662
  • ALTIN 2391.628
  • ...
SON DAKİKA
Li Îranê ji ber coronavîrusê hejmara mirîyan derket hezar û 135an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 988an û hejmara kesên ku bi coronavîrusê ketin derket  li ser 17 hezaran.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  147 kesên din jî  ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket hezar û 135an û hejmara kesên ku bi wan re bi coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  li ser 17 hezar kesan.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir