• DOLAR 32.19
  • EURO 34.971
  • ALTIN 2504.09
  • ...
Cemîyeta Mustazafan: Mecsîda Eqsa bi gefeke xeraker re rûbirû maye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Cemîyeta Mustazafan ve piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê derheqê plana qaşo ya aştîyê ya ku ku ji teref Serokê Amerîka Donald Trump ve hat daxuyandin de daxuyanîyeke çapemenîyê ya girseyî hat tertîpkirin.Di daxuyanîya ku hat belavkirin de Cemîyeta Mustazafan destnîşan kir ew vê qerara Amerîka nas û qebûl nakin.

Berîya daxuyanîya çapemenîyê Abdulmu’tî Zakkutê Berpirsê Karên Derve yê Hamasê li ser telefonê ji bo wan kesên ku li qadê civîyane axavtinek kir û dû re Serokê Bajara Diyarbekirê yê HUDA PARê Osman Aktaş axavtinek kirin.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Uzeyîr Yuva ve li ser Cemîyeta Mustazafan hat xwendin.

 “Divê temamê Mislimanan li dijî van planan gavan bavêjin”

Yuva di destpêka daxuyanîya xwe de balan kişand li ser xeteraya ku Qudsê pê re rûbirû maye û wiha got: “Qudsa ku ji bo ummeta Îslamê muqaddes e û ew Mecsîda Eqsa bi gefeke xirabker re rûbirû maye. Ji bo ku ew îşxala siyonîstan a ku ev bû 70 sal li Filistînê berdewam dike muhkemtir bibe û ji bo ev îşxal belavî herêmên din ên erdnigarîya Îslamê bibe ji teref Amerîka û siyonîstan ve hinek plan tên kirin ku divê temamê Mislimanan li dijî van planan gavan bavêjin. Roj li dijî zilleta ku li ser ummeta Îslamê tê ferzkirin roja berxwedan û micadelê ye. Divê em ji xewa xefletê şiyar bibin û pêvajoya îxanetê ya rejîmên hevkarîyê û siyonîstan xera bikin.Roj ne roja bêdengî û rûniştinê ye.”

“Siyonîstên ku bi fikra axên wa’adkirî hereket dikin û pêvajoya îşxalê dane destpêkirin heta wan axên di navbera Çemên Nîl û Feradê de bidest nexin dê nesekinin”

Yuva di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ummet perçe perçe bûye û dû re wiha got: “Siyonîstên ku ji ber perçebûne ummeta Îslamê hereket kirin digel Amerîkayê emperyalîst dixwazin Qudsê bi temametî ji destên Mislimanan derxînin û ji bo vê yekê plana “îşxala sedsalane” dan destpêkirin ku ev yek jî nîşan dide ku ev projeya wan en ya dawî ye û ew ê ev yek berdewam bike. Ev pêvajoyek e û dê dewama wê bê. Siyonîstên ku bi fikra axên wa’adkirî hereket dikin û pêvajoya îşxalê dane destpêkirin heta wan axên di navbera Çemên Nîl û Feradê de bidest nexin dê nesekinin.

Ev bû nêzî qernekî ku di serî de li Filistînê û bi tevahî li temamê erdnigarîya Îslamê xwîna bi Mislimanan herikî ku ji vê tekê çeteyên siyonîst berpirsiyar in. Bi vê projeya nû ya ku ji teref rejîma siyonîst ve hatiye destpêkirin tê diyarkirin ku ew ê hêj xwîna Mislimanan zêdetir biherike.  Siyonîst ji bo ku Quds bibe yê cihûyan êrîşeke kurewî dane destpêkirin, ger em li dijî vê êrîşa kurewî micadeleyekê nedin destpêkirin ev êş û elema ku heta îro me kişandiye dê zêdetir bibe. Divê ev yek neyê jibîrkirin. “

“Civakên kafiran bi temamê îmkanên xwe êrîşî ummeta Îslamê dikin”

Yuva di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir kafir bi hevre êrîşî Mislimanan dikin û dû re got: “Civakên kafiran bi temamê îmkanên xwe êrîşî ummeta Îslamê dikin; em di vî halî de nikarin bêdeng bisekinin û bi şiklekî sersar û bêxem hereket bikin. Divê em temamê îmkanên xwe seferber bikin û hêzên xwe bikin yek. Heta ku dawî li wan şerên fikrî û fiilî neyê anîn û terka cudahîyên mezhebî û meşrebî neyê kirin û heta ku em di çarçoveyekê de neyên ba hev û nebin yek em nikarin di micadeleya bi siyonîzm û emperyalîzma kurewî de netîceyekê bi dest bixin. Divê di bin ronahîya  van rastîyan de temamê Mislimanan cardin bifikirin û li dijî wê felaketa ku hatina wê nêz e tedbîran bistînin. Belê dibe ku em wek ummetê “gelekî dereng” mabin, lê belê digel temamê tiştên menfî dîsa ne dereng e. Divê di vî warî de gav bên avêtin.

Ji bo Mescîda Eqsaya ku qibleya ewil a Mislimanan e û ji bo Quds ji dorpêç û îşxala siyonîstan bê rizgarkirin û dawî li vê yekê bê anîn mesûlîyeteke zêde û giran dikeve li ser îdarevanên welatên Îslamê. Her çi qas hinek rejîmên hevkar ên ku bi zilleta ku hatiye ferzkirin serê xwe naêşînin hebin jî divê temamê welatên Îslamê yên ku dibêjin ew azad û xweser in bertekeke tund û dijwar nîşan  bidin. Divê ev bertek bertekeke wisa be ku Amerîkayê emperyalîst û siyonîst bi paşve gav bavêjin ku divê di vê çarçoveyê de ev gav bên avêtin:

1-Divê welatên Îslamê rejîma îşxalker ê li Filistînê wek dewlet nas nekin

2- Divê temamê pêwendîyên îqtîsadî û siyasî yên bi rejîmên terorê re bên qutkirin

3-Divê ew baregahên Amerîka yên li welatên Îslamê bên girtin

4-Divê maddeyên stratejîk ên mîna neft û xazê ji wan re neyê firotin

5-Divê boykota îqtîsadî bê kirin û her wisa divê temamê fealîyetên sermayedaran ên bi rejîma siyonîstan re bên sekinandin.

6-Divê welatên Îslamê temamê sehayên xwe yên asîmanê behrên xwe, benderên xwe ji Amerîka û siyonîstan re bigirin.”

“Îro ew wext e ku em sefên xwe bijdînin  û bikin yek”

Yuva di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir divê êdî Misliman hişyar bibin û bibin yek û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Îro ew wext e ku em sefên xwe bijdînin  û bikin yek, li dijî projeya îxanetê birawestin û destekê bidin birayên xwe yên Filistînî. Dema ku mijar dibe pîrozbahîyên Îslam û Mislimanan 5 endamên daîmî yên Neteweyên Yekbûyî dibin yek. Divê êdî ev yek bê dîtin.

Em wek Kurdên Misliman ji vê qada dîrokî bang dikin ku em vê peymana îxanetê ya ku pê zillet tê ferzkirin qebûl nakin. Em fermandarê ezîz Selahaddîn di bîran dixin û dibêjin çeteya sîyonîst dê tu carî bi ser nekeve û em ê jî destûrê nedin wanan. Ger siyonîst û hevkarên wan dixwazin Hayberên nû ava bikin, em dixwazin di bîra wan bixin ku Elî hene ku wan kelehan tarûmar bikin û divê zanibin ku ew ê aqûbeta wan dê wek yên bav û kalên wan bibe.(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir