• DOLAR 32.355
  • EURO 35.633
  • ALTIN 2323.136
  • ...
Wezîr Soylu beşdarî merasîma  cinazê ya kesên ku di êrîşa PKKê de hatin qetilkirin bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh êvarî li çoltera Pasûra Diyarbekirê teqemenîya ku berî niha ji teref PKKyîyan ve di kevîya rê de hatibû bicîkirin di dema derbasbûna wesayîta sîwîl de hatibû înfîlakkirin û di teqînê de 7 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 10 kes jî birîndar bûbûn.

4 kesên ku jiyana xwe ji dest dan li Pasûrê, 2 li Êlihê û yek jî li Mûşê hat definkirin.  Li Pasûrê ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dan merasîm hat lidarxistin.

Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Walîyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu, parlementerên AK Partî û welatî beşdarî merasîma wan kesên ku li Pasûra Diyarbekirê di êrîşa PKKê de hatin qetilkirin bû.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir