Almanya amadehîyê dike ku li dibistanên seretayî hîcab bê qedexekirin
Piştî ku li Avusturyayê pêşnûmaya ku pê tê xwestin hîcab li dibistanên seretayî bê qedexekirin hat qebûlkirin re vêcarê Almanya amadehîyan dike da ku li dibistanên seretayî hîcab bê qedexekirin.
Hat ragihandin piştî ku li Avusturyayê pêşnûmaya ku pê tê xwestin hîcab li dibistanên seretayî bê qedexekirin hat qebûlkirin re vêcarê Almanya amadehîyan dike da ku li dibistanên seretayî hîcab bê qedexekirin.
Serokwezîrê Dewletê uê ku Mesûlê Guncav û Koçê Annette Widmann-Mauz derbarê mijarê de diyar kir, divê qedexekirina hîcabê ya li dibistanên seretayî bê anîn rojevê.
Annette Widmann-Mauz di berdewama axavtina xwe de diyar kir “Ji teref qîzên biçûk ve li serê xwe kirina hîcabê pir abes e.”
Di raya giştî de ev gotinên Annette Widmann-Mauz bûn sedema bertekan.(ÎLKHA)