• DOLAR 32.266
  • EURO 34.702
  • ALTIN 2403.46
  • ...
Kesê ku karê taştêfiroşîyê dike nîvê dahata xwe ji êtîman re xerc dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qadîr Yildirimê 28 salî hêj dema ku 3-4 salî bû dê û bavê wî rehmet kirin û ew êtîm ma. Qadîr Yildirim niha li Sêrtê li mekanên karê taştêfiroşîyê dike û ev bû 4 sal ku nîvê dahata karê xwe ji bo zarokên êtîm xerc dike û hewl dide ji wan re bibe alîkar.

 “Dema ku ez êtîman difikirim kezeba min dişewite”

Ozdemîrê ku li li Beykenta gundê Misirceya Sêrtê ji malbateke 6 kesane ya êtîm re alîkarî kir destnîşan dike, dema ku ew li halê êtîman difikire kezeba wî dişewite. Ozdemîr dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Dema ku min dest bi vî karî kir pêşî ez bes xwe difikirîm, lewra ez bi xwe jî êtîm mezin bûm.  Ji ber  vê yekê ez hest û ramana însanên êtîm baş dizanim. Dema ku ez êtîman difikirim kezeba min dişewite. Carinan ez di nav cihan bi xwe de jî nikarim razim. Ji ber vê yekê ez li erdê radizim. Ji ber ku di warê amadekirina taştê de ez jêhatî me min ji ser medyaya civakî taştêyên pir xweş amade dikir. Ji ber vê yekê mişterîyên min zêde bûn û min dest bi qezenckirina pereyan kir. Bi pereyên ku dikevin destên min ez ji zarokan re pêlavan distînim. Hevalên min ên ku dibihîzin ez alîkarîyê dikim ew jî ji min re dibin destek. Armanca min ne qezenckirina pereyan e, armanca min şad û bex tewarkirina zarokan e. Ev helwest tiştekî baş e, hûn jî dikarin malbatekê şad û bextewar bikin.”

“Dema ku ez ji wan re alîkarîyê dikim bextewar û şad dibim”

Ozdemîr di berdewama axavtina xwe de diyar dike dema ku ew ji kesên êtîm re dibe alîkar gelek zêde kêfxweş dibe û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Heta ku ji destên min tê ez hewl didim mal û milkê xwe ji bo êtîman xerc û mesref bikim. Alîkarî kirin tiştekî xweş e. Hûn jî ji însanan re bibin alîkar, parîkek nan bidin însanan. Ez bi pereyên taştêfiroşîyê  ji zarokan re dibim alîkar. Ez û hevalên xwe li gorî derfetên xwe ji zarokan re pêlavan distînim. Ew jî ji min re dibin alîkar. Berî vê 3-4 mehan ez hatim vî gundî û min alîkarî belav kir. Lê belê hevalên min ji re gotin ku me ji zarokekî êtîm re alîkarî nekiriye. Ji ber vê yekê em cardin hatin gund û em çûn wê malê. Dema ku ez ketim nava malê, kezeba min şewitî. Malbat êtîm bû û 6 zarokên malbatê hebû. Dû re ji bo alîkarîyê me kampanyayek da destpêkirin û îro em li vê derê ne. Em pir kêfxweş in.”(ÎLKHA)











































Bu haberler de ilginizi çekebilir