• DOLAR 32.455
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji ber tunebûna doktoran xelkê Mûşê mexdûr dibe
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mûşê kesên ku nexweş in û nasên wan ên ku ji bo dermankirinê diçin nexweşxanê destnîşan dikin, ew ji ber hindikbûna doktoran mexdûr dibin ku divê rayedar demildest ji vê problemê re çareyekê bibînin.

Welatî diyar dikin problem nexasim di polînîkên welidîna jinan de heye û ji bo ku ew fîşê bistînin bi seatan di rêzê de dimînin û gelek ji wan jî fîşê nikarin bistînin û destevala vedigerin mala xwe. Welatî ji ber van probleman bang li rayedaran dikin da ku problem bên çareserkirin.

 “Ev bû du roj ku ez têm vê derê lê hêj min ji xwe re fîş nestandiye”

Omer Usluyê ku nasê wî nexweş e û ji bo girtina fîşê hatiye nexweşxanê diyar kir ew ev bû 2 roj ku tê nexweşxanê lê belê hêj fîş nestandiye. Uslu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev bû 2 roj ku ez seat 6ê şeveqê têm Nexweşxanê Dewletê ya Mûşê, lê belê hêj min fîşa dorê nestandiye.  Doh ji 60 nexweşî re fîş dan û îro 50.  Nêzî 200 kesên nexweş tedawî nebûn û vegerîyan mala xwe.  Wezîfedarên ku fîşê didin diyar dikin, ji ber ku bes 2 doktor hene ew nikarin zêde fîşan bidin.  Ji bo 300 kesên nexweş bes 2 doktor hene. Em diçim ba serhekîm lê belê ne li cihê xwe ye. Em gazin û lomeyên xwe ji kî re bikin em jî nizanin.”

 “Em dixwazin ku rayedar vê problemê çareser bikin”

Welatîyê bi navê Îrfan Şahîn jî banga çareserkirina probleman li rayedaran kir û wisa got: “ Li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê em tev mexdûr dibin. Rojê nêzî 300 kesên nexweş tên, lê belê li nexweşxanê bes 2 doktor hene.  Bila berdine van her 2 doktoran û herkes li çara serê xwe binêre. Em dixwazin ku rayedar vê problemê çareser bikin.”

Bînalî Yildirim soza nexweşxaneya lêkolînê dabû

Welatîyan berî vê 2 salan dema ku Bînalî Yildirim hatibû Mûşê jê soza nexweşxaneya lêkolînê standibûn.  Yildirim di mîtînga ku li Mûşê kiribû de destnîşan kiribû ew ê li Mûşê nexweşxaneyeke lêkolînê ya 400 kesane ava bikin. Ev mesele piştî Yildirim ji rojevê ket.

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partîyê Recep Tayyîp Erdogan jî berîya hilbijartinên 31ê Adarê di mîtînga ku li Mûşê hatibû tertîpkirin de destnîşan kiribû “Nifûsa Mûşê ji bo nexweşxaneya lêkolîmê ne nes e.”(ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir