• DOLAR 32.56
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2440.142
  • ...
Ji ber barana zêde lehî rabû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin li Qoser û Artûkluya navçeyên Mêrdînê barana ku ji doh êvarî ve barîya bû sedema rabûna lehîyê, ji ber lehîyê gelek tax di bin avê de man.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji barana ku ji doh êvarî ve zêde barîya li gundên bi navê Sellax, Hêşerî û Boxazîya Mezin ên girêdayê Qoser û Artûkluyê gelek mal di bin avê de man.

Yekîneyên AFADê çûn hawara gundîyê Boxazîya Mezin ên ku malên wan di bin avê de mabûn. Yekîneyan bi botan û bi kepçeyan welatîyan xelas kirin.

Ji ber lehîya ku rabû zirareke mezin li gundan pêk hat. Gundî teleb dikin ku ji wan alîkarî bê kirin.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir