• DOLAR 32.515
  • EURO 34.953
  • ALTIN 2431.408
  • ...
Ew ê ji bo êtîmên cîhanê konser bê tertîpkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin  ew ê ji teref Weqfa Yetîman ve li Diyarbekirê ji bo êtîmên cîhanê di 17ê Adarê de di seat 13.00an de konser bê tertîpkirin.

Derbarê mijarê de ji teref  Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Engîn Taştekîn ve daxuyanîyek hat dayîn.

Taştekîn di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew ji bo konserê firotina biletan dest pê kiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji bo ku em di nava sala 2019an de ji bo yetîman karibin alîkarîyan bikin hewl didin konseran tertîp bikin. Di vê bergehê de em ê di 17ê Adarê di seat 13.00an de li Salona Werzîşê ya Girtî ya Seyrantepeya Diyarbekirê konserekê ji bo feydeya yetîman tertîp bikin. Ji ber vê yekê em ji xelkê xwe dixwazin ku ji bo yetîman beşdarî vê konserê bibin.”

“Em temamê xelkê xwe vedixwînin konserê”

Taştekîn di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew di vê bergehê de berî niha jî konser tertîp kirin û ew ê  pereyên ku ji vê konserê hatine di wan alîkarîyên ku dê di sala 2019an de bên kirin de belav bikin. Taştekîn dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “7 birayên me yên hunermend ên ji hev çêtir ew ê dildar ji bo yetîman beşdarî konserê bibin û ew ê îlahîyan bi deng bikin. Niha ji bo konserê bi hezaran bilet hatine çapkirin û dest bi firotina wan jî hatiye kirin. Ew xuşk û birayên me yên ku nikaribin bilet peyda bikin, dikarin di têketina konserê de biletan ji xwe re bistînin. Xelkê me yê ku dê bê konserê ew ê bi hatina xwe bibin wesîle ku ji yetîman re alîkarî bê kirin. Ji ber vê yekê em temamê xelkê xwe vedixwînin konserê.”(ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir