• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2498.11
  • ...
HUDA PAR: Tewhîdî Tedrîsat bûye navê  dûrxistina xelkê ji nirx û eslê wan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Serokatîya Karên Perwerdehîyê yê HUDA PARê ve di salvegera Qanûna Tewhîdî Tedrîsatê de daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin  bi vê qanûnê Xerbî xwestin ku însanên sekuler û laîk bên perwerdekirin û Tewhîdî Tedrîsat bûye navê  veqetandina xelkê ji nirx û eslê wan.

 “Bi Qanûna Tewhîdî Tedrîsatê hat xwestin civak ji nirx û eslê xwe bê dûrxistin”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ev Qanûnan Tewhîdî Tedrîsat bes pergela perwerdehîyê hilweşand û bi kêrî karekî di  nehat. Dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Bi hinceta ku di perwerdehîyê de reform bên kirin, temamê esasên Îslamî ji perwerdehîyê hatin derxistin û bingeha perwerdehîya ku li ser netewetî, laîktî, nûjenîyê ava dibe hat avêtin. Ev qanûn ji bo vê yekê hat derxistin. Bi gotineke din bi vê qanûnê  hat xwestin însanên sekuler û laîk bên perwerdekirin û Tewhîdî Tedrîsat bûye navê  veqetandina xelkê ji nirx û eslê wan. Dîsa bi vê qanûnê xwestin ku însan bes ji hêla dewletê ve li meseleyan binêrin, di çarçoveya destûra ku dewlet daye wan de bifikirin, însan nekevin derdê axretê û bibin pragmatîst û meteryalîst. Bi kurtasî xwestin bi vê qanûnê nesleke li gorî dilê xwe mezin bikin.”

 “Dewlet îdeolojîya fermî li ser xelkê ferz kiribû”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ev qanûna ku hêj di rewacê de ye li ser zihn û hişan zextan dike û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “ Dewlet bi Qanûna Tewhîdî Tedrîsatê pêvajoya îşxalkirina zihna civaka xwe da destpêkirin. Piştî vê qanûnê Xîlafet hat derxistin û Qanûna Wekaleta Ewqaf û Şerîye hat betalkirin ku ev her du jî berdewama pêvajoya ku hatibûn destpêkirin bûn. Dewlet îdeolojîya fermî li ser xelkê ferz kir. Li gor dewletê, herkes mecbûr ku bibe xwedîyê fikra xerbî, Kemalîst, laîk û neteweperest. Tewhîdî Tedrîsat hêj di rewacê de ye ku ev yek jî destnîşan dike ku dewlet hêj li ser perwerdehî û zihnan zextan dike.”

 “Divê destê dewletê nexasim ji ser perwerdehîyê rabe”

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin heta ku ev qanûn di rewacê de be însan nikarin perwerdehîyeke li gor nirxên bawerîya xwe bistînin û dû re wiha hat diyarkirin: “ Ew ê neslên dê bên çawa û bi çi bawer bikin, ew ê çi tiştî muhafeze bikin, ew ê çi bi çi şiklî hîn bibin, ew ê bibin xwedîyê fikreke çawa? Ji ber vê qanûnê ne neslên nû û ne jî dê û bavên wan di vî warî de nebûn xwedî selahîyet ku qerara xwe bidin. Heta îro dewlet hewl da di şûna temaman de qerarê bide. Ew îdeolojîya heyî li hember dîn û perwerdehî û hîndekarîyê wek şûr hat bikarnîn. Ji ber vê yekê jî nesleke ku bawerî, çand û nirxên xwe nizane derket holê. Ew guhartinên biçûk ên ku ji sala 1924an vir ve hatin kirin wê zihnîyeta heyî ya dewletê neguhart. Heta ku ev qanûn di rewacê de be ne mimkûn e ku em perwerdehîyeke li gorî nirx, bawerî û çanda xwe bibînin. Divê destê dewletê nexasim ji ser perwerdehîyê rabe. Dîn nîzama heyatê ye û ji teref Xweda ve hatiye şandin. Dewlet mudaxeleyî dîn dike û hewl dide kirasa îdeolojîya xwe li dîn bike ev yek berewajîkirina dîn e.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin divê medrese û sazîyên dînî cardin bên çalakkirin û dû re wiha dawî li daxxuyanîyê hat anîn: “ Ew perwerdehîya têkel  divê ji ber çavan bê derbaskirin an bila temametî bê rakirin an jî pergala mektebên bi tercîh bên damezrandin.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir