6 hezar heywanên bêxwedî hatin tedawîkirin
Li Navenda Rehabîlîtasyona Heywanên Sikakê ya Mêrdînê 6 hezar heywanên ku bêxwedî ne û li sikakê dijîn hatin tedawîkirin.
Li Navenda Rehabîlîtasyona Heywanên Sikakê ya Mêrdînê 6 hezar heywanên mîna ker, kuçik, hesp û yên mîna wan ên ku bêxwedî ne û li sikakê dijîn hatin tedawîkirin. Heywanên ku hatin tedawîkirin piştî ku baş bûn dîsa hatin berdan xwezayê. Heywanên ku astengdar in û nikarin li ser pîyan bisekinin dîsa li stargehan dimînin û kesên wezîfedar li wan xwedîtîyê dikin.
Heywanên ku li navendê tedawî û dermankirina wan ne mimkûn e bi derfetên Şaredarîya Bajêra Mezin tên şandin bajarên mîna Stenbol, Enqere, Almanya û Îzmîrê û li wan deran tên dermankirin.
Mustafa Yamanê Walî û Wekîlê Serokê Şaredarîya Bajêra Mezin ê Mêrdînê navenda ku heywanên bêxwedî lê tên dermankirin ziyaret kir û derbarê heywanên ku tên dermankirin de agahî da.
Yaman di daxuyanîya ku da de destnîşan kir ew li vê navenda ku berî niha wek kavil bû xebat dane destpêkirin û di encama xebatên ku hatin kirin ev dera kavil hatiye modernkirin û heta niha li vê navendê 6 hezar heywanên ku bêxwedî ne û li sikakê dijîn hatine tedawîkirin. (ÎLKHA)