• DOLAR 32.502
  • EURO 34.86
  • ALTIN 2479.932
  • ...
HUDA PAR: Îadekirina endamê Îxwanê li dijî hiqûqa navneteweyî ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamê Îxwanê Muhammed Abdulhafiz Ahmedê xortê Misirî berî vê çend heftîyan ji ber ku li Misirê ji teref dadgeh û îdareya darbeker ve jê re cezaya îdamê hatibû dayîn strî bû Tirkîyê; lê belê Muhammed Abdulhafiz Ahmedê xortê Misirî dema ku li Balafirgeha Ataturkê bû digel bibêje ew endamê Îxwanê ye, derbarê wî de qerara îdamê heye û ew dixwazin li Tirkîyê bisitirî ji teref polêsan ve îadeî Misirê hatibû kirin ku derbarê vê mijarê de ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin Muhammed Abdulhafiz Ahmedê xortê Misirî û endamê Îxwanê ya ji Misirê re li dijî mevzuat û hiqûqa navneteweyî ye.

 “Îadekirina xortê ku endamê Îxwanê ye li dijî mevzuat û hiqûqa navneteweyî ye”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de di bîran hat xistin ku di wan salên borî de gelek kes bi hinceta “terorê” hatine îadekirin welatê xwe û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Muhammed Abdulhafiz Ahmedê xortê Misirî û endamê Îxwanê  dema ku hat Stenbolê digel ku diyark kiribe ew dixwaze li vê derê bisitirî hat binçavkirin û îadeyî welatê Misirê ya ku lê bi cezaya îdamê tê darizandin. Ev bûyer li dijî mevzuat û hiqûqa navneteweyî ye ku rûdana vê bûyerê di vicdana civakê de birîn vekiriye û ji bo pêvajoyên di dahatûyê de bûye sedema fikaran. Li gorî xalên hiqûqa navneteweyî ger kesek bi îşkence, muameleya nebaş û rîska mirinê re rûbirû bimîne ji wî welata ku teleba wî tê kirin re îade nayê kirin. Tirkîye jî vê yekê dizane û ji vê yekê re teref e; lê belê digel vê yekê  Tirkîye berî niha gelek kes û mlbatên Uygur, Kirgiz û Çeçen di bin navê şikdarê terorê de îadeyî welatên wan kirin ku hêj aqûbetê wan kesên ku hatine îadekirin nayê zanîn.”

Di dawîya daxuyanîyê de hat diyarkirin Tirkîye li herêmê ji bo gelek kesên ku hatine mexdûrkirin û mezlûm in wek stergaheke bi ewlehî tê dîtin û dû re wiha dawî li daxuyanîyê hat anîn: “Ev heqên navneteweyî divê ji wan peymanên berjewendî, siyasî û aborî re neyên qurbankirin.”

Weke ku dê bê bîran derbarê bûyera endamê Îxwanê Muhammed Abdulhafiz Ahmedê xortê Misirî de ji teref Walîtîya Stenbolê ve daxuyanîyek hatibû dayîn û di daxuyanîyê de hatibû diyarkirin ku derbarê bûyerê de 8 polês ji wezîfê hatine dûrxistin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir