Li Enqerê teqîna xaza sirûştî: 7 birîndar
Li Enqerê di avahîyeke 9 qetî de ji ber xaza sirûştî teqînek pêk hat, di encama teqînê de 7 kes birîndar bûn.
Hat ragihandin li Kizilaya Enqerê ji ber xaza sirûştî di avahîyeke 9 qetî de teqînek pêk hat.
Bûyer derdora wextên êvarî de li ser Kolana Necatîbey pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ji ber teqînê 7 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Ji ber şipheya qeçaxa xazê dikan û malên derdorê hatin belavkirin.(ÎLKHA)