Tirkîye 30 helîkopterên ATAKê firotin Pakistanê
Ji teref Tirkîyê ve 30 helîkopterên ATAKê hatin firotin Pakistanê.
Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Neteweyî ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin di navbera Pîşesazîya Feza û Asimanîyê ya Tirkîyê û Wezareta Hilberînê ya Parastinê ya Pakistanê de li ser firotina 30 helîkopterên ATAK de peyman hat îmzekirin.
Digel vê peymanê Tirkîye di dîroka xwe de cara ewil di seferekê de di warê pîşesazîya parastinê de îxracateke wisa kir.(ÎLKHA)