• DOLAR 32.254
  • EURO 35.318
  • ALTIN 2509.726
  • ...
Li ser rêya ku micir lê hat rijandin di rojekê de 3 qeza pêk hatin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li ser rêbeja Êlih-Sêrtê ji ber ku micir li ser rê hat rokirin qamyonek û wesaîteke tîcarî li hev qelibîn. Di qezaya qewimî de 3 kes birîndar bûn û di wesaîtan de xisara maddî pêk hat.Qeza do di saet 19.50an de li ser rêbeja Êlih-Sêrtê li nêzîkê gundê Kirediyê qewimî.

Li gor agahîyên hatin wergirtin wesaîta bi plaqa 72 EP 584 ya ji hêla navçeya Beşîrî ber bi Êlihê ve diçû bi qamyona di heman hêlê de diçû ya bi plaqa 51 BH 937 li hev ketin. Bi hinceta qezayê de sê kesên di wasaîtê de birîndar bûn.

Piştî xeber hat dayîn, ambolans û ekîbên tendirustîyê sewqî cîyê bûyerê hatin kirin û birîndar li nexweşxaneyan hatin xistin bin tedawîyê.

Ji ber ku rêbeja Êlih-Sêrtê bi micirê û li kêleka rê refuj tuneye di rojekê de 3 qeza qewimî. Welatîyan ji ber îhmalan îsyan kirin.

Welatîyan îfade kirin ku ji bo qezayên mezintir çênebin divê demildest tedbîr bên girtin.

Derbarê qezayên ku zirara maddî pêk hat de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir