• DOLAR 32.251
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2430.214
  • ...
Bi wesîleya Weqfa Yetîman 24 Ugandayî bûn Misliman
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Ugandayê ji ber feqirî û bê derfetîyan Misliman nikarin ji xwe re mescîdan ava bikin û nikarin pêkve îbadetên xwe bikin. Weqfa Yetîman li gundê bi navê Kîkverîya ku 175 kîlometre dûrî bajêra Kamûlîya Ugandayê ye mescîdek da avakirin. Digel avakirina mescîdê ew ê 300 Misliman karibin pêkve îbadetên xwe di mizgeftê de eda bikin.

Mizgefta Şêx Saîd a ku hat çêkirin bi xêra kesên bi navê Hecî Abdullah û xanima wî Leyla Yilmaz hat çêkirin. Birêvebirên mehelî, Qadîyê Uganda, mixtarê gund û rsîpîyên herêmê beşdarî vekirina mizgeftê bûn. Ji ber vekirina mizgeftê ehlê gund pir zêde kêfxweş bûn û bi îlahîyên ku bi zimanê xwe digotin çêkirina mizgeftê pîroz kirin.

Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Fîkrî Karavîl di dema merasîma vekirina mizgeftê de axavtinek kir. Karavîlê ku axavtinekê kir destnîşan kir  ew  xebatên xwe yên alîkarîyê bo feqîr û jaran didomînin.

"Bi wesîleya mizgeftê birayekî me digel 2 xanim û  21 zarokên xwe bûn Misliman"

Karavîl di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ber vêkirina mescîdê gelekî bextewar in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bi izna Xweda me mizgefta xwe ya bi navê Şêx Seîd vekir, xwarin belav kir. Înşaallah ew ê birayên me yên Misliman ên ku li vê derê dijîn dê digel zarok û xanimên xwe li vê derê dest bi perwerdehîyên xwe yên Îslamî bikin. Xweda xêra Hecî Abdullah û xanima wî Leyla Yilmaz ên ku di warê çêkirina mizgeftê bo me bûne alîkar razî be. Bi wesîleya mizgeftê birayekî me digel 2 xanim û  21 zarokên xwe bûn Misliman. Temamê malbatê bi bereketa vê mizgeftê bûn Misliman. Înşaallah ew ê bereketa vê mizgeftê zêdetir bibe."

Karavîl di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew alîkarîya maddî jî bo Mislimanan kirine û dû re bo kesên xêrxwaz spasîyên xwe anî zimên.(ÎLKHA)





















































Bu haberler de ilginizi çekebilir