• DOLAR 32.383
  • EURO 34.709
  • ALTIN 2400.747
  • ...
 "Divê em zarokên xwe bi Qur'anê mezin bikin"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qursên Qur'anê doh dest pê kirin, li wan mizgeftên ku hatine diyarkirin ew ê ji zarokên qîz û law re ji teref rayedar ve di navbera seatênn 09.00 û 12.00an de dersa Qur'anê û ilmên Îslamî bê dayîn.

Mahmut Beyazê Îmam Xatîbê Mizgefta Cebelî Nûra Diyarbekirê di daxuyanîya ku derbarê mijarê da de hedîsa Pêxemberê me "Ji we kesên herî bi xêrtirîn ew kesên ku Qur'anê hîn dibin û hîn dikin in." di bîran xist û dû re  derbarê ehemîyet û girîngîya qursên Qur'anê de nirxandinan kir.

"Zarokên bo ku li ber televîzyonan mezin nebin û bo ku bi hevalên xwe re mezin bibin em wan bişînin mizgeftê"

Beyaz di nirxandina ku kir de diyar kir divê em zarokên xwe ji wê dojeha ku ardûya wê kevir û însan in mihafeze bikin  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Dema ku em zarokên xwe bi zarokên berê re muqayese dikin em dibînin ku ji civakê dûr ketine. Û em dibînin di warê edeb û hûrmetê de jî problemên wan hene. Her wisa em dibînin ku zarokên me bûne xwedîyê tebîetên nebaş. Em dibin şahid ku wextên xwe bi televîzyon û tabletan derbas dikin û bi vî awayî mezin dibin. Ev dibe sedem ku zarokên me bibin xwedîyê sincên nebaş. Zarokên me bo ku li ber televîzyonan mezin nebin û bo ku bi hevalên xwe re mezin bibin divê em wan bişînin mizgeftê."(ÎLKHA)

































Bu haberler de ilginizi çekebilir