• DOLAR 32.381
  • EURO 34.745
  • ALTIN 2407.642
  • ...
Kûalîsyona Emerîka, Îngîltere û Fransa êrîşî Sûrîyeyê kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Emerîka Doland Trûmp bi bahana êrîşa kîmyewî ya ku li Dûmayê hat rastkirin li rêveberîya Sûrîye gef xwaribû. Piştî tehdîdan vê sibehê Emerîka bi piştgirîya Îngîltere û Fransa dest bi êrîşên li Sûrîyeyê kir.

Derbarê êrîşê de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê dexuyanîyek da û di daxuyanîya hat kirin de hat îfadekirin ku ji asîmana ji 100 mûşekî zêdetir êrîş li ser axên Sûrîyeyê hatin kirin, li belê gelek mûşek dama li hewa bûn hatin îmhakirin.  

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê destnîşan kir ku êrîş ji teref gemîyên herbê yên Emerîka ên ku li Deryaya Sor in hatin kirin û hat îfade kirin ku êrîş bi balafirên bombebaran kirinê yê B-1B hatine kirin. Wezarete îfade kir ku êrîş ji teref sîstema parastinê ya Yekîtîya Sovyet ve hate estengkirin.   

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku êrîşên bi bal Şamê ve hate kirin tev ji terev sîstema parastinê ya Sûrîyeyê ve hatin astegkirin û di vê yekê de tu alîkarîya sîstema parastinê ya Rûsyayê tineye.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku mûşekên hatin avêtin ji wan yek jî neket devera baregehên Rûsyayê yên ku li Tartûs û Hmeymîmê.

Rûsya: Emerîka temamê biryarên navneteweyî bin pê kir

Serokê Komîsyona Parastinê yê Rûsyayê Aleksandr Şerin, derbarê êrîşê de daxuyanîyek da û îfade kir ku Emerîka bi êrîşên li Sûryeyê dike tememê qanûnên navneteweyî îxlal dike.

Şerîn, di berdewama axaftina wiha got: "Serokê Emerîka Trûmp ne li giştîyê dinyayê sûcdare ew Adolf Hîtlerê duyemîne. Ev Belgrada duda ye. Ev pêvajoyek nû ye û li hember dewleteke serbixwe îlana herbê ye."

Sefîrê Rûsyayê yê Emerîka: Êrîşên li Sûryeyî tên kirin dê bê encam nemîne

Blyozê Rûsya yê Emrîka Anatolîy Antonov, êrîş nirxand û îfade kir ku êrîşên bi pêşîvanîya Emrîka li Sûrî tên kirin wê 'bê encam nemînîn' û wiha got: "Tiştê ku me endîşe dikir qewimîn. Li hişyarîyên me dikir diqet nehat girtin. Senaryoya berê hatibû amadekirin hat sepandin. Me berya niha hişyar kirbibû ku çalakiyên wisa dê bê encam nemîne. Temamê berpirsyarîyên van tiştan Washîngton, Londra û Paris e û tehrîkirina Serokdewletê Rusyayê wê qethîyên nayê qebûlkirin."  

Îran: Dê li deverê encamên wê hebin

Wezareta Karûbarên Derve ya Îranê derbarê êrîşa bi pêşîvanîya Emerîka tê kirin de daxuyaî da û îfade kir ku encamên van êrîşan dê li deverê hebin.

Ji NATOyê derbarê êrîşê de piştgirî

Derbarê êrîşa ku bi pêşîvanîya Emerîka hatîye destpêkirin Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg daxuyanî da û wiha hot: "Ez gavên ji teref Emerîka, Îngîltere û Firansa ve tên avêtin destek dikim. Van êrîşan dê quweta rejîmê ya kîmyasalê têkve bibe."

Serokwezîra Îngîltere May: Ji bilî bikaranîna quwetê alternatîf din tinebû

Piştî emrê Trûmp yê êrîşa Sûryeyê Serokewezîra Îngîltere Theresa May, derbarê mijarê de daxuyanîyek da û wiha got: "Li hember rejîma Sûryeyê ji bikaranîna qûqetê başqe alternatîf tinebû."

Mayî, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Min vê êvarê destur da Hêzên Îngîlîz yên Çekdar da ku bi mûşekan quweta rejîma Sûryeyê ya çekên kîmyewî zeîf bikin û têk bibin. Ev herekat nayê wateya guherandina rejîmê an jî midaxeleya herba navxweyî. Armanca herekatê li deverê rageşî zêde nebe û têkeve pêşîya kuştinên sivîl. Ev herekat ne herekateke daîmîye."

Pentagon: Êrîş yek carîye

Wezîrê Parastinê yê Emerîka Mattîs derbarê êrîşê de axivî û îfade kir ku êrîşa li Sûryeyê hat rastkirin 'yek carî bû' û wiha got: "Me îsal ji êrîşa sala berê zêdetir du cara qandî çekên sala berê çek bikar anîn. Hedef baştir hatin hilbijartin. Ez dikarim bibêjim êrîşeke giran hat kirin."

Serererkanê Artêşa Emerîka Orgeneral Joseph Dunford derbarê êrîşa Emerîka ya li Sûrîyeyê hat rastkirin de axivî û îfade kir ku berya êrîş bê kirin Rûsya nehatîye agahdarkirin û ev pêlê operasyonê yê ewile."

Dunford, di dawiya axaftina xwe de îfade kir ku hedefên êrîş lê hatin rastkirin jê yek navenda lêkolînê ya sîlehên kîmyewî ye û ya din jî depoya sîlehên kîmyewî ya li Hûmusê bû."

Macron: Emê li Sûryeyê destûrê nedin bikaranîna çekên kîmyewî

Serokomarê Frensa Emmanuel Macron jî êrîş nirxand û îfade kiri ku: "Emê destûrê nedin ku li Sûrî bikaranîna çekên kîmyewî bibe tiştekî ji rêzê." (ÎLKHA)













Bu haberler de ilginizi çekebilir