"Lêpirsînên ewlehîyê aştîya navxweyî tehdîd dikin"
Hiqûqnasên ku diyar dikin her ku diçe ji ber lêpirsînên ewlehîyê hejmara kesên ku tên mexdûrkirin zêde dibin ku ev yek jî aştîya navxweyî tehdîd dike.
Parêzer Ridvan Yapiciogluyê ku derbarê mexdûrîyetên lêpirsînên ewlehîyê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir diyar kir lêpirsînên ewlehîyê bi şikleke bi sihhet nayên kirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Divê di wan lêpirsînên ewlehîyê de li gor rêjeya şexsîyeta sûc û edaletê hereket bê kirin. Ew îftîra û îthamên neheqîyê him şexsan û him jî malbatên wan mexdûr dikin."
"Lêpirsînên ewlehîyê aştîya navxweyî tehdîd dikin"
Yapicioglu di berdewama axavtian xwe de qala zirara mexdûrîyetên ku ji ber lêpirsînên ewlehîyê derdikevin holê kir û dû re weha li axavtina xwe zêde kir: "Ev lêpirsînên ewlehîyê dibin sedema mexdûrîyetan û ev yek jî aştîya navxweyî ya di civakê de tehdîd dike. Dema ku ev lêpirsînên ewlehîyê tên kirin divê ew kesên ku hêza qamûyê di destê xwe de digrin, hêzên asayîşê û îdare bi dîqqettir bin. Lewra bi vî awayî hereketkirin im li dijî mafên însanan e û him jî li dijî makeqanûnê ye. Wekî din jî ev mexdûryet de bibin sedem ku hêmanên aştîyê yên di nav civakê de zirarê bibînin."(ÎLKHA)