Seferên Kurdistana Iraqê dest pê kirin
Seferên balafiran ên ku ji meha îlona sala borî ve hatibûn rawestandin doh bi sefera Hewlêrê dest pê kirin.
Bo qerara ku di 29ê Îlona sala 2017an de ji teref birêveberîya navendî ya Iraqê hatibû dayîn seferên şîrketên rêyaasimanî yên biyanîyan ber bi Hewlêr û Silêmanî hatibûn rawestandin.
Piştî ku birêveberîya navendî astengên li ber seferan rakir re , Tirkîye jî sehaya xwe ya asîmanî bo Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêr vekir.
Di daxuyanîyên ku berî niha derbarê mijarê de ji teref hikûmeta Iraq û Tirkîyê ve hatibûn dayîn de hatibû destnîşankirin ku ew ê astengên ber seferan bên rakirin û dê sefer cardin dest pê bikin.
Her weke ku dê bê bîran hikûmeta navendî ya Iraqê bi hinceta referandûmê serxwebûna Kurdistana Iraqê seferên balafiran dabû sekinandin.(ÎLKHA)