Li Sûrîyeyê teyara herbê ya Rûsya ket: 32 mirî
Li Sûrîyeyê teyara Rûsya ya bar ket. Di ecnama ketinê de 32 kesên di teyarê de jiyana xwe ji dest dan.
Li Sûryeyê li nêzîkî baregeha esmanî ya Himeymimê, balafira Rûsyayê ya bar ya bi tîpa Antonov-26 ket. Di encama ketinê de 32 kesên di teyatê de jê kesên filitî çênebûn.
Ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat îfade kirin ku jê 26 rêwî 6 murettebat bi tevahî 32 kesî jiyana xwe ji dest da û temamê kesên di teyarê de mirin.
Di beyanatê de hat îfade kirin ku teyare ji ber arîzeyek teknîkî ketîye. Karbidestên Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îfade kirin ku teyara wan li Sûryeyê li nêzîkî baregeha esmanî ya Himeymimê ketîye û kesek jê nefilitîye. (ÎLKHA)