• DOLAR 32.442
  • EURO 34.951
  • ALTIN 2402.776
  • ...
Wezareta Karên Derve: Bertek nîşanî berdevkê Pentagonê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berdevkê Pentagonê Albay Robert Manning di komcivîna çapemenîyê de behsa Ferhat Abdî Şahînê ku li Tirkîye di lîsteya terorê de kir û jê re got "Generalê YPGê". Berdevkê Wezareta Karûbatên Derve Hamî Aksoy bertek nîşanî bedevkê Pentagonê Albert Robert Mannîg da û wiha got: "Berdevkê Pentagonê dîsa tewşomewşo diaxive."

Berdevkê Wezareta Karûbatên Derve Hamî Aksoy îfade kir ku: "Berdevkê Pentagonê dîsa tewşomewşo diaxive."

Aksoy, di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Hûn tev eşkere dizanin PYD/YPG rêxistinek terorîye. Çend roj berê di nûçeyek li Emerîka derket holê ku di Gel saziyên fermî tev dizanin PYD/YPG qismek ji rêxistina PKKê ye. Ez difikirim ku haya Berdevkê Emerîka jî ji vê yekê heye. Lewra me daxuyanîyên hewce kirine. Berya niha jî Berdevkê Pentagonê daxuyanîyên wisa dida."

Aksoy, îfade kir ku koma xebatê ya bi Emerîka re hatîye çêkirin wê di 8-9ê Adarê de bicivin û wiha got: "Em li hêvîya ku Eemerîka daxwaz û telebên me bi cîh bînin . Di komcivînê de mijara çekên Emerîka daye PYD-YPGê jî wê were rojevê. Em li bende teslîmgirtina sîlehane." (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir