Di doza Reyhanliyê de qerar
Qerara doza derbarê êrîşa bombeyî ya ku berî vê 5 salan li Reyhanliya Hatayê hat kirin de qerar hat daxuyandin.
Li Mehkemeya Cezaya Giran a Enqerê ya 9emîn qerara doza derbarê êrîşa bombeyî ya ku berî vê 5 salan li Reyhanliya Hatayê hat kirin de qerar hat daxuyandin.
Di doza ku tê de 9 jê girtî tev de 33 kes dihatin darizandin de ji 9 kesan 53 car cezaya muebbet a girankirî û 4 hezar û 32 sal cezaya hepsê hat dayîn.
Nasir Eskîocakê ku tê diyarkirin bersûcê sereke yê plankar û failê êrîşê ye ji sûcên teşebûskirina kuştinê, li xwe re gerandina teqemenîyê, birîndar kirin û zerar dayînê sûcdar hat dîtin.
Derbarê 8 bersûcên firarî de jî qerar hat dayîn bi bultena sor lêgerîna wan berdewam bike.
11ê Îlona sala 2013an roja şemîyê mînîbûseke bombebarkirî li Reyhanliya Hatayê li ber avahîya PTTê û ya din jî li ber avahîya şaredarîyê hatibû teqandin û di êrîşan de 53 kes jiyana xwe ji dest dabûn û 155 kes birîndar bûbûn.(ÎLKHA)