• DOLAR 32.227
  • EURO 34.72
  • ALTIN 2449.87
  • ...
Xelkê Diyarbekirê ji şaredarîyê daxwaza "Otobusên Pembe" dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber ku li Diyarbekirê xizmetên bingehî ne bese û bajar jî mezin bûye dema gel di wesaîtîn tomarî de rêwîtîyê dikin zehmetîyên mezin dikşîne. Xelkê Diyarbekrê bal kişand ser mexdûriyetên xwe û ji Serokê Şaredarîya Bajarê Mezin yê Diyarbekirê Cûmalî Atîlla daxwaza "otobusên pembe" kirin.

Xelkê Diyarbekirê daxwaz û zehmetîyên dikşîne bi nûçegîhanê ÎLKHAyê re par ve kir û îfade kirin ku êdî Diyarbekir bajarekî mezine û di wesaîtên komî de jin û îxtîyar zehmetîyên mezin dikşînin. 

Ji welatîyan Cahîde Yardim, ji Şaredarîya Bajarê Mezin ya Diyrbekirê daxwaza otobusên jin bi serê xwe dikarin li siwarên bibin kir û wiha goy: "Dema em li wesaîtan sûwar dibin ji xwe tev tijene û ciwan jî cî nadin îxtîyaran. Em dixwazin di teref şaredarîyê ve ji bo zilam û pîreken otobusên ji hev cuda bên dayîn. Heger bi vî şiklî bibe wê zaf baş be. Dema em li otobusan siwar dibin em zehmetîyan dikşinîn. Em li pîya dimînin kes cî nadin pîrekan. Ji ber ku êdî ciwanên me cî nadin îxtîyaran, îxtîyarên me jî li ser pîya dimînin. Em ji Şaredarîya Bajarê Mezin rica dikin bila ji bo jinan otobusên em dikarin bi tena xwe bi rehetî tê de rêwîtîyê bikin bidin me."

Nîhat Demîr jî îfade kir ku lazim e li Diyarbekirê otobusên malbat û jin bi tena serê xwe bikaribin lê siwar bin hebe wê zaf baş be û wiha got: "Heger ji bo jinan otobusên ew tenê karibin lê siwar bin hebe dema ew li ser pîya bimînin wê kesekê nikaribin wan nerehet bikin. Lazim e di vî warî de meriv baldar bin. Ji serokê şaredarîyame daxwaza me eve em dixwazin ji bo jinan otobusên pembe texsîs bike."

Mûrat Çoban jî derbarê daxwaza otobusên pembe de peyîvî û îfade kir ku miheqeq lazim e otobusên jin tenê dikaribin tê de rêwîtîyê bikin hebe.

Çoban di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku heger otobusên tenê jin dikarin lê siwar bibin hebe wê ji bo civakê zaf baş be û axaftina xwe wisa bidawî kir: "Bi gelemperî em dinêrin jin xwe di wesaîtên tomarî de rehet hîs nakirin ji ber vê yekê edî bi ciwanên me re heya û edep nemeye. Edî ciwan cî nadin kesên ji xwe mestir. Em dixwazin sepandina ji bo minubusan hatîye kirin ya ku mînîbus bi qeysî qoltixên we dikarin rêwîya bar bi ke ev sepandina ji bo otobusan jî bê kirin."

Zozan Yilmaz îfade kir ku em ji bo xwe otobusên taybet dixwazin û wiha got: "Em dixwazin zilam û pîrek li otobusên ji wan re hatine texsîs kirin siwar bibin. Bi rastî di dema rêwîtîyê de jin û mêr di nav hev de ne em ji vê yekê nerehetin. Jin ji rêwîtîya bi zilam re nerehet dibin. Em dixwazin otobusên tenê jin dikarin tê de rêwîtîyê bikin bên texsîs kirin da ku qîz û bûkên me bi ewlehî bikarin rêwîtîyê bikin."

Elîf Yilmaz jî îfade kir ku hin zilam ji ber li gor exlaqî civakê tev nagerin ji ber vê yekê em dixwazin ji bo jinan "Otobusên helesor" bên texsîs kirin. Îro pêdivîyê Diyarbekir bi vê yekê heye"

Ji welatîyan Ecevît Yardimci jî îfade kir ku otobusên jin û mêr ji hev cuda bikaribin tê de rêwîtîyê bikin hebe emê ji vê yekê zaf memnûn bibin û ev yek li gor Îslamê jî baştire." (ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir