• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
 "Li ser Qudsê re tu doz tuneye"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîrên Karên Derve yên welatên Urdun, Filistîn, Erebistana Siûd, Fas û Mîrektîyên Ereban li Ammana paytexta Uedunê civîyan û qerar dan ku Qudsa Rojhilat wek paytexta Filistînê bê naskirin.

Piştî civîna ku hat kirin re Wezîrê Karên Derve Eymen es-Safedî û Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Ereban  Ahmed Ebu Gayt daxuyanîyeke hevpar a çapemenîyê tertîp kirin.

Wezîrê Karên Derve Eymen es-Safedî destnîşan kir di civînê de astengkirina qerara Amerîka ya derbarê Qudsê de hatiye gotûbêjkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Ji bo alema Îslamê li ser Qudsê re tu doz tuneye. Em ê qerara Amerîka qebûl nekin. Ew ê teleba me dê naskirina dewleta Filistînê ya ku paytexta wê Quds be ye."

Safadî di berdewama axavtina xwe de diyar kir îro ew bo balan bikşînin li ser dereqanûnîya qerara Amerîka civîyane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Bo naskirina Qudsê wek paytexta îsraîl qerareke siyasî hebû. Niha em ê bo dewleta Filistînê bê nasîn em ê qerareke kûrewî bigerin. Ji ber ku li herêmê çareserîyeke ku bibe sedem dewleta Filistînê bê damezrandin tuneye, ewlehî û îstîqrar jî tuneye."

Piştî qerara Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump a Qudsê wek paytexta sîyonîstan naskirinê re di serî de li Şerîaya Xerb  û li Xazzê û li gelek bajêran xwepêşan hatin lidarxistin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir