• DOLAR 32.228
  • EURO 34.789
  • ALTIN 2458.14
  • ...
Platforma Evîndarên Pêxember êrîşa ku li Göktaş Xoce hat kirin şermezar kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Zanîngeha Ataturka Erzeromê hatibû xwestin ku konferansek bi navê "Modernîzm û Îslam" bê tertîpkirin û ew ê di bernamê de Birêveberê Weşana Giştî yê Rojnameya Dogruhaberê Mehmet Goktaş jî dê wek axavtvan beşdarî konferansê biba, lê belê komeke ji xwe re digotin "nîjadpereset" di ser salonê de girtin û beşdervanan derb kirin.

Platforma Evîndarên Pêxember bi beyananek nivîskî ev êrîşa şermezar kir. Di beyanata nivîskî de hat îfadekirin ku Mehmet Goktaş ji wan kesên serekê yên ku jîyana Hz. Mûhammed tetbîq dike û ji bo biratîyê dixebitin yeke. Bi êrîşkirina grûbek çend kesên cahîl qure ewê negêjin armanca xwe.

Lazime di cîde Wezareta Karûbarên Hundir ji bo wîjdanê raya giştî rehet bike kesên di vê hedîseyê de îhmal û kêmasiya wan hene û êrîşkeran di cîde derxin pêşberî hiqûqê û cizayê hewceye bidin wan. Di berdewama beyanatê de hat îfade kirin ku divê êrîşker ji kîja hêlî di be bila bibin lazime bên teşhîrkirin û ji Goktaş Xocê û raya giştî lêborînê bixwazin.

Di berdewama beyanetê de hat îfade kirin ku Goktaş Xoce di heman platforman de tîne ziman kû Hz. Mûhammed (r.x.l) nijadperstî xistîye bin pîya û wîsa hat gotin: "Mehmet Goktaş Xoce fêda wî ji platforma me û je helek platformên din re heye. Ji bo jîyana Îslamê û tetbîq kirina jîyana Pêxemberê me (r.x.l) şexsîyetekî bêhempaye. Li hêladin ji xeynî vê di gelek mijaran de gelek berhem nivîsandîye. Gotina Pêxembrê me (rx.l) ya kû dibêje Nijadperestî di bin lingê minda ye yê wê ji xew rake leneta Xweda li ser wan be ji xwere kirî ye şîar. Mamostêyê me yê bi qîmet bi caran li qadan anîye zimen. Bi cesaretek mezin û wek li şana alimekî Îslamê were bangî temamê dinyayê kiriye û wezîfa xwe anîye bi cîh."

"Ev êrîşa grûbek hedê xwe nizane wê tu zemanî zirarê nede biratîya me"

Di beyanatê de hat îfadekirin ku ev êrîşa rezîl wê qet negêje armanca xwe û wisa hat gotin:"Dema bernameya Goktaş Xoce dihat kirin êrîşkirinek bi vî şiklî bi tu awayî nayê qebûl kirin. Di dema êrîşê de li ber çavê wezîfedarên ewlehîyê û raya giştî hin birayên me hatin derpkirin. Ev eşkereye ku êrîşa hatiye kirin êrîşekê planlîyê. Êrîşa grûbeke nîjadperest, cahil û qura qet wê negêje armanca xwe. Bila her kes bizanibin ku ev êrîşa çend cahilan, wê zirarê nede biratîya me. Lazime hemû kes wezîfa xwe bi cîh bînin û rê nedin provaqatoran. Lazime di cîde Wezareta Karûbarên Hundir ji bo wîjdanê raya giştî rehet bike kesên di vê hedîseyê de îhmal û kêmasîya wan hebe û êrîşkeran di cîde derxin pêşberî hiqûqê û cizayê hewceye bidin wan. Lazime van êrîşkerên cahil û qure bên teşhîr kirin û cizayê hewceye demildest bidin wan. Êrîşker ji kîja hêlê dibin bila bibin lazime ji Goktaş Xodê û raya giştî lêborînê bixwazin. (ÎLKHA)  

Bu haberler de ilginizi çekebilir