Ji bo mizgefta ku dê bibe nîşana Êlihê civîn hat kirin
Ji bo projeya kulliyê û mizgefta ku tê plankirin li Esentepeya Êlihê bê çêkirin civîn hat kirin.
Di serokatiya Walîyê Êlihê Ahmet Denîz de ji bo projeya kulliyê û mizgefta ku tê plankirin li Esentepeya Êlihê bê çêkirin civînek hat kirin û rewşa dawî ya mizgeftê hat nirxandin.
Waliyê Êlihê Ahmet Denîz, Wekîlê Serokê Şaredariya Êlihê Ertug Şevket Aksoy, Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet ê Bajêr Abdulkadîr Ozer, Miftiyê Bajêr Erhan Turgut û gelek kesên din beşdarî civînê bûn.
Hat diyarkirin di civînê de qala astengî û pirsgirêkên li ber çêkirina mizgeftê hatine axivîn û piştî ku temamê amadehiyan xelas bûn re ew ê dest bi kolana temela mizgeftê bê kirin.
Serokê Wekîlê Şaredariyê Aksoyê ku derbarê mijarê de Walî Denîz agahdar kir diyar kir amadehî hema hema li ber xelasbûnê ne.(ÎLKHA)