• DOLAR 32.46
  • EURO 34.66
  • ALTIN 2390.621
  • ...
"Biha û qelîta zeytûnan baş e"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hereketiya bazara zeytûnê şîn ya li qada mîtîngê ya Qosera Navçeya Mêrdînê dest pê kir. Jêvenegerê sifreyên taştê zeytûnê şîn, bi taybetî îsal ji ber mehsûlê Îskenderûnê bi bereket e, hem wechê firoşkaran û hem jî yê mişteriyan dikenîne.

Firoşkarê zeytûnan, Mûsa Bayik destîşan kir ku îsal biha û qelîta zeytûnan baş e. Polat Songûrê ku hatibû li bazarê zeytûnan bikire weha got: "Me kîloya zeytûnan bi 10 lîreyan kirî. Zeytûnê îsal hem bihayê wan, hem jî qelîta wan baş e. Nifûsa mala me 4 kes in, me 10 kîlo zeytûn kirî û wê îsal besî me be."    

Îda Songûra ji bazarê zeytûnê şîn ê teze kirî behs û qala çêkirina zeytûnan kir û wisa got: "Me zeytûn girt. Berî her tiştî em ê bibin malê û wanan bişkînin. Paşê em ê avê têxin ser wan. Heta zeytûn şêrîn bibe em ê her tim ava wan biguherînin. Piştî şêrîn dibin re, em ê xwê bikin û di taştê de bixwin."  

"Zeytûnê şîn ji nexweşiya şekir re pir baş tê"

Nuri Ataç, destîşan kir ku ewê berê li bazarê pêşlêgerîna fiyet bikin ger ew biecibînin wê zeytûna bikirin. Ataç diyar kir ku ew nexweşê şekire û got zeytûnê şîn ji nexweşiya şekir re pir baş tê û ew tewsîye yî her kesî dike.

Farika Ataça ku bi zilamê xwe re hatiyê zeytûnan bikire derbarê mijarê de weha got: "Bi min û zila min re nexweşiya şekir heye. Em hatin zeytûnê şîn bikirin. Lewra zeytûnê şîn ji nexweşiya şekir re pir baş e û wek îlacê ye. Em di taştê de dixwin û di heman wextê de ji nexweşiya me re dibe derman." 

"Ji ber ku li Mêrdîn mahsûl tuneye em ji Îskenderûnê tînin."

Hacı Bekir Damarê ku mesleka wî firoşkariya zeytûnan e got: "Îsal zeytûn pir bihaye ji ber vê yekê em kîloya wan bi 10 lîreyan difroşin. Ger em bi erzanî bifroşin em ê zerar bikin. Li vir mahsûl tuneye, em diçin ji Îskenderûnê tînin. Ew jî li dû firseta xwe ye. Vê gavê qamyonek mahsûl hat, lê ez nikarim kêmî 10 lîreyan bifroşim. Em jî li gor veya fiyet eşkere dikin."

"Rojê em tonekê difiroşin"

Kadrî Ariç got em îsal di warê zeytûnan de zehmetiyê nakşînin û li axaftina xwe wisa zêde kir: "Îsal zeytûn pir xweş e û pir bi dohne. Bihayê zeytûnan li gor biçûk û mezinahiya wan di navbera 7 û 12 lîreyî de diguhere. Mala Xwedê ava be, rojê em 800-900 kîloyî difroşin. Hin rojan jî em tonekê difroşin."     

Muzaffer Oralê ev 24 salê wî ye firoşkariya zeytûnan dike dibêje li gor sala borî îsal hem bihayê zeytûnan hem jî qelîta wan hê baş e û li gotina xwe wisa zêde kir: "Zeytûnê sala borî hem bê qelîtebûn û hem jî bihayê wan pir zêde bûn. Lê belê îsal zeytûnê Îskederûnê hem baş e û hem jî bi qelîteye. Feqet pirsgirêkeke me heye. Li Îskenderûnê zeytûnê Manzalînê yê bi 3 lîreyan li nav yê Topak yên bi 10 lireya dixin û gelek esnafên hevalên me vê dirûmê kifş nakin. Ev tiştê tê kirin heram e. Ger tû zeytûnê 3 lîreyan bera nav yê bi 10 lîreya bide ev guneh e. Feqet bi gelemperî îsal zeytûn ji yê sala din çêtirin. Niha tenê zeytûnê Gemlîk, Mût û Îskenderûnê henin. Niha zeytûnê Nizîbê tuneye, ew jî emrê Xwedê ye, heta baran nebare zeytûnê Belkîsê çênabe. Dema baran dibare zeytûnê Belkîsê dighêjê û lezeta xwe dide. Ev jî teqdîra Xweda ye. Hata 10-15 rojan baran bibare ewê jî çêbibe. Zeytûnê îsal em bi 8 lîreyan difroşin ji yê sala din hê zêdetir bi qelîte ye. Sala din me van zeytûnan bi 15-16 lîreya difrotin, lê îro em bi 8 lîreya difroşin. Sala borî me zeytûnê Îskenderûnê yê Topak ê heqîqî bi 20 lîreya nedîdîtin. Me zeytûne ne heqîqî bi 16-18 lîreya didan. Lê îsal em bi 12 lîreyan difroşin. Îsal randiman baş e û em ji fiyet jî razîne.(ÎLKHA)          

 

 





































Bu haberler de ilginizi çekebilir