• DOLAR 32.221
  • EURO 35.243
  • ALTIN 2476.304
  • ...
Mesûd Barzanî: Xencera jehrî li pişta Pêşmerge û gelê me dan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daxuyaniya ku ji ser malpera KDP.info hatiye weşandin Serokê Herema Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî derbarê bûyer û geşedanên dawî yên li Kurdistana Iraqê de daxuyaniya çapemeniyê da û derbarê mijarê de nirxandinan kir. Barzanî di daxuyaniya ku belav kir de bal kişand li ser geşedaniyan û diyar kir "Di şeva 16ê Cotmehê de xiyaneteke mezin li hember pêşmerge û gelê Kurdistanê hat kirin. Wê şevê ji pişt ve xencereke jehrî li gelê me dan."

"Careke din derket ku em gelê Kurdistanê bi tenê ne û tenê çiyên Kurdistanê li pişta me ne"

Barzanî di daxuyanuya ku belav kir de diyar kir ew bi şikleke aştîxwaz daxwaza mafên xwe kirine û dû re wiha got: "Em wek gelekî aştîxwaz û dilpaqij û xwedî nêteke zelal daxwaza mafê xwe dikin û bi aştiyane biryarê li ser çarenivîsa xwe didin, lê em dîsa jî em wek tawanbar tên dîtin. Careke din derket ku em gelê Kurdistanê bi tenê ne û tenê çiyên Kurdistanê li pişta me ne."

"Eger nêta me serxwebûna bê rêkeftin ba, dema artêşa Iraqê ligel DAIŞê rûxa, wê demê me karîbû serxwebûna xwe ragihandiba

Barzaniyê ku di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser wextê kirina referandûmê wisa axivî: "Beriya 3 salan me ji Bexdayê re got em nebin 2 şirîkên baş bila em bibin 2 cîranên baş, wê demê helwesta wan erênî bû. Kesekî ji wan got, em bi xweşî ji hev cihê bibin baştir e. Niha ew kes li tankeke Abrams a Amerîka siwar bûye û hatiye ser Kurdistanê û şerê Pêşmerge dike. Roja 3ê Tîrmeha 2014ê ez çûm Parlamentoya Kurdistanê û me kar kir ji bo referandumê û me dixwest dengê gelê Kurdistanê nas bikin. Me referandum kir ji ber ku me dixwest bi aştiyane bighên rêkeftinekê ligel Bexdayê û ji bo wê yekê jî em amade bûn heta 2 salan jî diyalogê bikin. Lê me dît çawa helwêstê wan ê berê hatibû guhertin û dest bi tundiyê û dijayetiya me kirin. Eger nêta me serxwebûna bê rêkeftin ba, dema artêşa Iraqê ligel DAIŞê rûxa, wê demê me karîbû serxwebûna xwe ragihandiba. Yan jî beriya wê jî me karîbû serxwebûna xwe ragihandiba, lê me biryar da ku em alîkariya wan bikin. Lê derket ku ferheng û eqliyeta wan mafê gelê Kurdistanê nas nake. Me zanîbû rewşa me ya beriya referandumê ji me re naçe serî, lewma me biryar da ku em referanduma xwe bikin. Pilan û bernameyên wan ji zû de ne û referandum kirin hêncet. Lê me ew amajeyên wê nêta wan a xerab dîtibû."

"Hêzên Pêşmerge di şerê Mûsilê de roleke mezin dît û eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba, artêşa Iraqê qet nikarîbû wisa bi hêsanî Mûsil rizgar bike"

Barzanî diyar kir di rizgarkirina Mûsilê de erkeke mezin girt û wiha got: "Di dema şerê DAIŞê de, ew şandên welatan dema ku dihatin cem me gelekî pesnê Hêzên Pêşmerge didan, lê mixabin di dema ku pêwîst bû helwesta xwe nîşan dabana, hemû vegeriyan bo berjewendiyên xwe û pirensîp winda bûn.Hêzên Pêşmerge di şerê Mûsilê de roleke mezin dît û eger ne ji Hêzên Pêşmerge ba, artêşa Iraqê qet nikarîbû wisa bi hêsanî Mûsil rizgar bike. Me digot civaka navdewletî dê gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge xelat bikin û dê rêzê li xwîna şehîdan bigrin. Herwiha me digot Bexda dê xwedî soz û wefa be li hember wan hemû alîkariyên ku me dan wan di şerê Mûsilê de, lê mixabin ji wê demê de dixwestin li me bidin. Şerê Hewîce paş xistin, ji bo ku hemû hêza xwe li Kerkûkê kom bikin û ji wir êrîşî ser Kerkûkê bikin."

"Şeva 15 - 16ê mehê li Kerkûkê bê kirin û Kerkûk bê teslîmkirin, ku xiyaneteke niştimanî û neteweyî bû û xencereke jehrî bû û li pişta Pêşmerge û gelê Kurdistanê hat dan"

Barzanî di berdewama axavtina xwe de diyar kir îxaneteke mezin li wan hatiye kirin û di şeva 16ê Cotmehê de xencereke jehrî li Pêşmerge û gelê Kurdistanê hatiye lêdan û dû re axavtina xwe wiha domand: "Beriya 25 Îlonê min di gotinên xwe de digot divê em zanibin dê gelek guvaş li me bên kirin, ji ber ku riya serxwebûnê zehmet e û gelek girêk li ser vê riyê hene, lê me qet hizir nedkir û qet jî ne dihat bala me ku xiyaneteke wisa mezin şeva 15 - 16ê mehê li Kerkûkê bê kirin û Kerkûk bê teslîmkirin, ku xiyaneteke niştimanî û neteweyî bû û xencereke jehrî bû û li pişta Pêşmerge û gelê Kurdistanê hat dan. Girêkeke pir mezin li pêşiya dengê 3 milyon kes li Herêma Kurdistanê çêkirin. Dengê wan 3 milyon kesan bi Erê bo serxwebûnê, dîrokek bû û kes nikare jinav bibe. Lê girêkek li pêşiya daxwaza wan hat çêkirin û karê me zehmetir kirin. Eger ne ji wê xiyanetê ma dê niha rewşa Kurdistanê bi awayekî din ba. Me pilana bergiriyê ji bo hemû navçeyan û ji bo Kerkûkê jî danîbû, ji ber ku me pêşbînî dikir ku êrîşî Kurdistanê bikin, ji ber ku beriya referandumê jî pilana wan a êrîşê hebû û li dijî wê yekê bûn ku rewşa me baş be. Lê mixabin wê xiyanetê bandoreke xerab li ser Hêzên Pêşmerge û pilana bergiriyê kir û me nikarî wek pêwîst bergiriyê bikin."

" Vê yekê pisyarek li cem xelkê Kurdistanê çêkiriye, ku gelo Amerîka bi wê pilanê razî ye?"

Barzanî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser helwesta Amerîka ya li hember bûyerên ku rû dane de û diyar kir gelo Amerîka bi wê pilanê razî ye û dû re wiha got: " Tişa din a ku me bawer nedikir ku çêbibe ew bû, ku çawa ew hêza ku Amerîka wan wek terorîst dibîne, çawa li ber çavê Amerîka siwarê tankên Abrams ên Amerîkî bibin û bên êrişî ser Kurdistanê bikin û Amerîka jî tenê li me binêre. Vê yekê pisyarek li cem xelkê Kurdistanê çêkiriye, ku gelo Amerîka bi wê pilanê razî ye? Gelo Amerîka razî bi wê êrîşa ku hat ser Kurdistanê? Eger mijar ew be ku gelê Kurdistanê ceza bikin, gelo cezakirin bi wê yekê tê kirin ku tankên Amerîkî bên ser gelê Kurdistanê û jenosîdeke din bînin serê gelê Kurdistanê?"

"Hêzên Pêşmerge ji bo ku xwîn nerje ji hinek navçeyan vekişiyan"

Barzanî diyar kir hêzên Pêşmerge ji bo ku xwîn nerje ji hinek navçeyan vekişiyan û dû re weha pêde çû: "Hêzên Pêşmerge ji bo ku xwîn nerje ji hinek navçeyan vekişiyan, lê hêzên Heşda Şeibî û hêzên Iraqê berdewam bûn li ser êrişê xwe û dixwestin tiştekî nehêlin. Lewma jî Pêşmege bergirî kirin û nehiştin pêşvehatinên wan berdewam bikin. Ew cihên ku Heşda Şeibî ketine wan, Hêzên Pêşmerge ji wan vekişyane û li cihê ku şer jî kirine qet nikarîne pêşde bên."

"Baş zanibin ku bi hezaran zarokê vî welatî û Hêzên Pêşmerge amade ne heta dilopa dawî ji xwîna xwe bergiriyê li axa Kurdistanê bikin"
Barzanî di berdewama axavtina xwe de pirsa  balan kişand li ser alozî û qeyrana di navbera Hewlêr û Baxdayê û dû re wiha axivî: "Hûn behsa destûr dikin, baş e gelo di destûr de behda wê yekê hatiye kirin ku artêşa Iraqê êrişî Kurdistanê bike? Mijar ne destûr e, mijar dixwazin heybeta gelê Kurdistanê bişkînin, dixwazin kerameta gelê Kurdistanê bişkînin û ji bo vê yekê jî referandum kirine hêncetek ji xwe re. Gelo dema ew hemû karesat hatin serê me, wê çaxê me referandum kiribû? Lê ya rastî ferheng û eqliyet e, ku nabînin mafê gelê Kurdistanê rewa ye. Eger nêya we şikandina kerameta gelê Kurdistanê be, baş zanibin ku bi hezaran zarokê vî welatî û Hêzên Pêşmerge amade ne heta dilopa dawî ji xwîna xwe bergiriyê li axa Kurdistanê bikin. Em mirinê hildibjêrin û em nahêlin kerameta me bê şikandin."

"Baş zanibin ew yek pêk nayê û dê nasnameya wan navçeyan her Kurdistanî bimîne û rewşa wan navîçeya demkî ye"
Barzanî di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser disergirtinên ku li navçeyên ku girêdayê Kurdistana Iraqê ne kir û wiha got: "Eger hûn bawer dikin ku hûnê bi talankirina navçeyên Kurdistanî ji aliyê çend çekdarên Heşda Şibî Kurdistanîbûna wan navçeyan jinav bibin, baş zanibin ew yek pêk nayê û dê nasnameya wan navçeyan her Kurdistanî bimîne û rewşa wan navîçeya demkî ye û em qebûl nakin rewşa wan navçeya wisa berdewam be. Em û gelên navçeyê bira ne û nabe siyaseta hikûmetên wan bibe sedem ku birayetiya me jinav biçe."

"Ez wek Mesûd Barzanî dê berdewam bim li ser xizmetkirina gelê xwe"

Barzanî di dawiya axavtina xwe de diyar kir wî bi nameyeke ku şandiye parlementoyê dev ji wezîfeya xwe ya serokatiyê berdaye û ew ê her tim wek xizmetkarê gelê xwe bixebite û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî:"Biryar bû destpêka meha 11 hilbijartinên serokatiya Kurdistanê û parlamentoyê birêve çûbana, lê ji ber çend sedemên siyasî û ewlehî û taknîkî nayên kirin lewma jî Parlamentoya Kurdistanê dema xwe bo 8 mehan zêdetir kir û li gorî Encumena Şûra min dikarîbû wek Serokê Herêma Kurdistanê mabama, lê ez razî nebûn û min nameyek ji Serokatiya Parlamentoyê re şand û tê de min daxwaz kir ku dema min a serokatiyê neyê dirêjkirin. Ez wek Mesûd Barzanî dê berdewam bim li ser xizmetkirina gelê xwe. Beriya serokatiyê û di dema serokatiyê de û piştî serkatiyê jî, ez her Pêşmerge me. Pîroztirîn û bilindtirîn pile li cem min pêşmergayetî ye. We piştrast dikim ku ezê her ligel we bim û dê serkeftin her bo me be."(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir