Îbadî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîka re hevdîtin kir
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî li Baxdayê bi Tîllersonê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re hevdîtin kir.
Di daxuyaniya ku ji teref Ofîsa Serokwezîrtiyê ya Iraqê ve hatiye weşandin de hat destnîşankirin, Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî li Baxdayê bi Tîllersonê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re hevdîtin kir.
Hat destnîşankirin Tîllerson di hevdîtina ku hatiye kirin de li ser meseleya yekîtiya Iraqê hatiye sekiniye û diyar kiriye ew piştgiriyê didin bêyî pevçûnê gotûbêja bi Birêveberiya Heremî ya Kurdistana Iraqê re.
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin Îbadî di hevdîtinê de diyar kiriye ew tiştên ku li Kerkukê diqewimin 'desthilatdariya dewletê û bidestxistina kontrolê' ye û dû re wiha got: " Em bi tu kesî re naxwazin şer bikin. Me li Kerkukê destnîşan kir ku welatiyên Kurd welatiyên bi qedr û qiymet ên Iraqê ne."(ÎLKHA)