• DOLAR 32.197
  • EURO 34.995
  • ALTIN 2515.324
  • ...
 "Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zumrî Kinaşê ku Mixtarê Taxa Şenika girêdayê navenda Çewligê ye derheqê mijarê de bang li rayedaran kir û daxwaz kir ku ji mişkîleyên wan re çareyek bê dîtin.

Kinaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew wek taxê girêdayê Şaredariya Çewligê ne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Temamê rayeyên taxê aîdîn şaredariyê ne. Şaredarî ji temamê xizmetên mîna rê, av, çop û  yên din  aîdî şaredariyê ne. Di serî de bi Serokê Şaredariyê û her wiha bi temamê rayedarên şaredariyê me derheqê mişkîleyan de hevdîtin kir. Lê digel vê yekê eleqeya pêwîst nîşan nadin.

Şêniyê taxê û zarokên taxo jî derheqê mijarê de nerazîbûnên xwe nîşandan û derheqê mijarê de wiha gotin.

Mahsum Kamburu "Mişkîleyên me ji teref şaredariyê ve tên zanîn lê tu kes serê xwe pê naêşîne."

Mutallîp Kamburu "Em girêdayiyê şaredariyê ne, lê belê ti xizmet ji me re nayê kirin."

Zarokê bi navê Bariş Kinay jî got "Em ji apên rayedarteleb dikin bila parkeke me çêbikin."(ÎLKHA)























Bu haberler de ilginizi çekebilir