• DOLAR 32.387
  • EURO 34.625
  • ALTIN 2390.14
  • ...
Li Behra Spî bota penaberan binav bû: 122 penaber winda ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin bota ku exlebe kesên Nijerya û Sûdanî tev de 126 kes di nav de bû li Libyayê di Behra Spî de binav bû.

Li gor daxuyaniya ku ji teref Berdevkê IQMê  Flavîo  Dî Gîacomo ve hatiye dayîn de hat diyarkirin  bota ku tê de 126 penaber hebû li nêzî Libyayê binav bû. Ji van 126 kesên ku di botê de bûn 4 kes hatin rizgarkirin û 122 kes winda ne.

Dî Gîacomo di berdewama daxuyaniya ku belav kir de wiha got: “ Li gor agahiyên kesên ku xelas bûne dane  tacirên însanan bi zorê rahiştine motora botê  û dû re av de nava botê û bi vê sedemê bot binav bû.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir