Ji kesên ku xelkê teşwîqî bikaranîna tiryakê dikin re dê cezaya hepsê bê dayîn
Ji teref Midûrtiya Giştî ya Ewlehiyê ve hat ragihandin ew ê ji wan kesên ku xelkê teşwîqî bikaranîna tiryakê dikin reheta 10 salan cezaya hepsê bê dayîn.
Midûrtiya Ewlehiyê ya Giştî di vîdeoya ku da weşanê de destnîşan kir ji kesên ku ji ser înternet û medyaya civakî xelkê teşwîqî bikaranîna tiryakê dikin re heta 10 salan cezaya hepsê bê dayîn.
Di vidyoya ku hat parvekirin de hat diyarkirin pesindayîna tiryakê jî sûc e û ji wan kesên ku wisa parvekirinan bikin re ji 5 salan heta 10 salan cezaya hepsê bê dayîn.(ÎLKHA)