• DOLAR 32.255
  • EURO 34.732
  • ALTIN 2400.584
  • ...
Mamosteyên ku nehatin tayinkirin têketin LYSê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îmtîhana Bicîhkirina Lîsansê (LYS) ya ku di têketina zanîngehê de qonaxa duyemîn e Îmtîhana Zanîstên Civakî LYS-4 saet di 10.00an de dest pê kir.

Lê Mêrdînê bes destûrdarên lîseyê neketin LYSê, mamosteyên ku tayînên wan nehatinin kirin jî têketin LYSê.

Mamosteyên ku nehatin tayinkirin di derheqê pirsgirikên xwe de axivîn

Namzetên mamostetiyî gotin me bi gelek zor u zehmet û bi tengasiyan zanîngeha xwe qedand û em ji malbatên xwe dur ketin. Em li benda çareseriyên berpirsyaran ên ku me rehet dikinin.

Mehmet Firat Akayê ku nehatiye tayinkirin got: Min di sala 2015an de zanîngeh bi dereceyek baş qedand lê ez heta niha nehatim e tayinkirin.

Akay wiha pê de çû: Min di zanîngehê de beşa mamosteyiya tarixê qelas kir lê nehatim tayinkirin. Tengasî di perwerdehiya Tirkiyeyê heye. Em çiqas bixwetin jî ji ber ku em berdêla keda xwe nabînin valayê. Ez niha cardin ji bo zanîngehê amadetiyê dikim. Wekî min gele hevalên min ên mamoste henin. Çi saziyên dewletê ne jî saziyên taybet derê li me venakin.

Ji xwe  Misteşarê Wezerata Perwerdeyî ji bo me gotibû: “Hûn dikarin ji bo xwe li warekî din kar bibînin.” Lê em mamostenin em dixwazin di warê xweda erka xwe bicîh bînin.

Mehmet Salîh Aydin jî wiha got: “Ez di Fakulteya Edebiyatê de destûrdar bûm. Ez du salim ji bo KPSSê amadetiyê dikim. Min pûanekî baş stand mixabin tayin amin nayê kirin. Ji ber ku ez nehatim tayinkirin ez ji bo beşek din serlêdan li LYSê da. Li Tirkiyeyê pergela perwerdeyî li holêyê û hûn dibînin. Li Tirkiyeyê 55 hezar mamosteyên edebiyatê yên nehatinin tayinkirin henin. Her sal bes tayina hezar mamosteyan tên kirin. A duduya pergela mulakatê jî hanin. Piştvanekiya kê hebe ew tê tayinkirin. 87 pûanên hevalên min heye lê hîn jî neyahatiye tayinkirn.  Em dixwazin ji bo me çareseriyek bê dîtin.

Baweriya we ji Xwedê hebe iroj herî kêm 150-200 mamosteyên ku nehatinin tayinkirin ji bo LYSê hatine û ji bo beşek din dikevin LYSê

Aydin daxwaziya rakirina pergelea mulakatê ji kir û wiha dawi li axaftina xwe anî: Teqez sîstema mulekatê xelet û çewt e. Ji ber vê yekê em dixwazin ev pergal ji holê rabe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir