• DOLAR 32.205
  • EURO 35.116
  • ALTIN 2500.695
  • ...
Li Êlihê ji betalkirina bernameya "Ziyafeta Qur'anê" re bertek hat nîşandan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bernameya ku li Êlihê berî vê  çend rojan dihat plan kirin ku wê ji teref Platforma Nesla Qur’anê ve li taxa Gultepeyê bê tertîp kirin, bi hinceta ewlehiyê ji teref walîtiya Êlihê ve hat betalkirin. Heyeta lidarxistina bernama “Ziyafeta Qur’anê” bi beyanata medyayî ya ku tertîp kir, bertek nîşanî qerara betalkirinê dan.

Li Sû parqî ya taxa Gultepeyê beyanata medyayî ji teref serokê heyeta lidarxistina bernama “Ziyafeta Qur’anê” Kenan Çaplik ve hat xwendin.

Çaplik, di beyanatê de wiha îfade kir: “Ji çend roj berê de me ragihandibû ku em ê bernama ziyafeta Qur’anê tertîp bikin. Doh ji saet 17.30an û pê ve ji teref walîtiyê ve hat ragihandin ku bi hinceta ewlehiyê hatiye betalkirin. Ji dêleva ku wê xebatên bi xêr û qenc bi hinceta ewlehiyê werin betal kirin, bila tevdîrên hewce werin stendin. Ez wisa bawer dikim ku wê ji terorê re bersiveke herî xweşik be.”

 “Ji bo berdewamiya rihê 15ê Tirmehê divê bernameyên wisa werin destekkirin”

Kenan Çaplik, di berdewama beyanatê de destnîşan kir ku betalkirina bernameyê me xemgîn kiriye. Pişt re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji bo berdewamiya rihê 15ê Tirmehê divê bernameyên wisa werin destek kirin. Bi kîjan sebebê dibe bila bibe betalkirina bernameyek wisa bi xêr, me diêşîne û gelekî xemgîn dike. Em ji raya giştî re radigihînin ku wê bernama ziyafeta Qur’anê hatiye betal kirin wê neyê tertîp kirin. Em ji temamê gelê xwe re teşekur dikin.”

Serokê Platforma Nesla Qur’anî Mela Beşîr Şîmşek jî, ji betalkirina bernamê re bertek nîşan da û got: “Bernameya ku xelkê me bi kelecan li hêviyê bû, ji ber ku hatiye betalkirin me gelekî xemgîn dike. Ger neslek Qur’anî hatibaya gihaştin, wê em îro bi pirgirêkên wisa re nehatibana rû hev.”

Di vê navberê de her wekî tê zanîn ku ji teref belediyeyê ve di bin navê Remezanê de bernameyên dijî exlaqê civakê hatin rast kirin û ji wan re îzîn hat dayin. Betal kirina bernama ziyafeta Qur’anê wek “dustandartî” hat şîrove kirin.(ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir