"Tiştê ku îro Mislimanan perçe dike û hildiweşîne milletperestî ye"
Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirmayê ku li Bidlîsê di konferansekê de axivî destnîşan kir tiştê ku îro Mislimanan perçe dike û hildiweşîne milletperestî ye.
Li Zanîngeha Bidlîs Erenê konferanseke bi navê ‘Dîroka Mislimanan’ hat tertîpkirin. Prof. Dr. Îhsan Sureyya Sirmayê ku di konferansê de axavtinek kir destnîşan kir tiştê ku îro Mislimanan perçe dike û hildiweşîne milletperestî ye.
“Pêşî milletê xwe dibêje û dû re Mislimanbûna xwe”
Sirma di berdewama axavtina xwe de diyar kir nexweşiya herî mezin a îro milletperestî ye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Îro temamê Ummeta Îslamê bûye milletperest. Ez 73 salî me û ez mecbûr im ku vê yekê bêjim. Dîn danîne rexekî. Pêşî milletê xwe dibêje û dû re Mislimanbûna xwe dibêje.”
“Tiştê ku dê saltanata fîrewnan xera bike encax çanda wehyê ye”
Sirma di berdewama axavtina xwe de ji jiyana Hz. Muhammed mînakan da û diyar kir îro belamên ku zilm û dagirkeriya fîrewna meşrî dikin hene û dû re wiha got: “ Heta roja me fîrewn wisa dijîn, dibe ku navên wan ne fîrewn be lê ji ber ku em Misliman naxwînin em van yekan nabînin. Îro dinyaya Îslamê ji teref van fîrewnên wisa ve tê îdarekirin. Di temamê pergalên fîrewnî de fîrewn di herî serî de ye. Ew ê hemû kes ji bo fîrewn re bixebite û ew ê tu kes nikaribe derkeve derveyê prensîbên wan. Ji wan re ji bo ku fîrewntiyan wan meşru bike lazim e. Qur’ana Kerîm qala van kesan dike. Ev kes ewil Hamanên ku ji burokratan pêk tên, ya duyem Karunên ku ew ê ji wan re desteka maddî bidin û yên herî girîng jî zilamên dîn û ilmê û seydayên ku ew ê van rejîmên fîrewnan li ser piyan bigrin e. Qur’ana Kerîm ji van kesan re dibêje ‘Bel’am.’ Ew ê ev kes pergalên fîrewnan meşrî nîşan bidin da ku ew karibin li ser piyan karibin bisekinin. Ev kesên zilamê dîn her tim bûne dijminên dîn. Herî dawî me sala borî dît. Ev bû 40 sal ku ez qala FETO dikim, lê tu kes dengê min nebihîst. Vaye kesên ku dewletê îdare dikin ev in. Tiştê ku dê saltanata fîrewnan xera bike encax çanda wehyê ye.”
Sirma di berdewama axavtina xwe de diyar kir sedema perîşanbûna Mislimanan jibîrkirina emrê ‘bixwîne’ ye.(ÎLKHA)