• DOLAR 32.258
  • EURO 35.202
  • ALTIN 2447.094
  • ...
Cotkar ji komîsyonvanan gilîdar in
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Cotkarên ku li Baxçeyên Hewselê yên Sûra Diyarbekirê cotkariyê dikin êş û zehmetiyê dikşînin, lewra li gor gotinên cotkaran  ew mexdûrên komîsyonvanan in û keda wan ber bi avê re diçin.

Cotkarê bi navê Yusuf Meral ê ku cotkariyê dike diyar kir wan îsal di erdên xwe de bih û garis çandine, lê ji wan randiman nestandine. Meral dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Me axa xwe da tahlîlkirin, ji me re gotin ku axa we baş e. Di serî de me sebze di baxçeya xwe de diçand, lê di halê de pere nedikir. Di ser de me ji berîka xwe pere dida. Vêcar jî me fêkî çand Em wê jî bixwe diçînin û berhev dikin. Em kîloya xiyaran bi 50 qirûşî didin lê bi 3 TLyan difiroşin. Keda me ber bi avê re diçe. Em dixebitinî xizmetê dikin, lê kesên din dixwin. Em qezenc nakin, dewlet dest navêje karên me.”

 “Tiştên ku min çand da wan, lê ez 50 TL deyndar derketim”

Meral di berdewama axavtina xwe de qala mexdûriyetên xwe yên ji ber pevçûnên li Sûrê derketin kir û wiha got: “Darên me dan ber guleyan, spîndarên me jê kirin û heqên me nedan me. Di pevçûnan de erdên me şewitîn, lê perê spîndaran nedan me. Rewşa dostên me yên din ên li Hewselê jî wisa ye. Sedema zirara me komîsyonvan in.  Min ispanak çand û bir halê û min kîloya wê bi 25 qirûşî da. Lê encax dû re ez 50 TL deyndar derketim. Kesên ku qezenc dikin komîsyon û dezgehvan in. Cotkar jî winda dikin.  Zilam ji me bi 25 qirûşî distîne û bi lîreyekê dide.”

Meral di dawiya axavtina xwe de qala êş û elemên ku cotkar dikşînin kir û destnîşan kir keda wan  ber bi avê re diçe.

 “Bi 50 qirûşî distînin û 5 TLyan difiroşin”

Cotkarê bi navê  Garîp  Ugurlu  jî diyar kir ew ev 50 sal e ku cotkariyê dike û tu feydê bi dest naxe. Ugurlu dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Şirîkên min ji ber ku ji cotkariyê zirar kirin dev ji kar qeriyan, yek ji wan çû Rihayê û yê din jî çû Wanê. Li Diyarbekirê tişt pere nakin. Dema ku em çûn pazarê fiyat gelek baş in û pazarvan gelek baş pere bi dest dixin.  Di hala fêkiyan de bi 50 qirûşî distînin û li bazarê didin 5 TLyan . Em beramberiya keda xwe nabînin. Keda me ber bi avê re naçe. Kula me ev e. Ji bo ev mişkîle ji holê rabe, em gelek zêde xebitîn, lê çênebû. Ez ê îsal garis biçînim, min dev ji çandina fêkî qeriya.”(ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir