• DOLAR 32.34
  • EURO 34.879
  • ALTIN 2393.529
  • ...
 "Ger me bi ceyrana qeçax emel kiribana cihê cezaya ku birîne li ser serê me hebû"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Diyarbekirê mehelliyên ku ji teref DEAŞê ve ji wan re cezaya ceyrana qeçax hatiye birîn destnîşan kirin tu delîl û îspat tuneye ku wan ceyrana qeçax bi kar anîne û bang kirin da ku seatên wan ên ceyranê cardin bên kontrolkirin.

Li Diyarbekirê ji 260 kesên ku li Semta Şehîtlîka Yenîşehîrê dijîn re ji teref DEDAŞê ve bi hinceta emelkrina bi ceyrana qeçax di navbera 2 hezar û 6 hezaran de ceza hat birîn.

Mehelliyên ku diyar kirin ji ber cezayên ku ji wan re hatine birîn  ew hatine mexdûrkirin û destnîşan kirin ew bi ceyrana qeçax emel nekirine, di warê ku ew bi ceyrana qeçax emelkirine de tu delîl û îspat tunene û ceza keyfî hatine birîn.

 “Ji min re gotin te bi ceyrana qeçax emel kiriye û di derheqê vê yekê de dîmen hene”

Îzzettîn Guzelê ku jê re bi îddîaya ceyrana qeçax ceza hatiye birîn di derbarê mijarê de wiha axivî: “ Berî ve salekê ez li Sûrê rûdiniştim. Ji ber pevçûnan ez hatim vê derê. Ev bû 2 meh ku ez hatime vê mala ku ez lê me. Min tu car bi ceyrana qeçax emel nekir. Roja borî min qîza xwe ji ber nexweşiyê bir Stenbolê. Dema ku ez vegeriyam malê, xwediyê mala min kaxiza cezayê ya ceyrana qeçax da min. Di kaxizê de dinivîsand, ji ber ceyrana qeçax 5 hezar ceza ji min re hatiye nivîsandin. Ez ji bo îtîrazê çûm DEDAŞê. Ji min re gotin ku te bi ceyrana qeçax emel kiriye. Min jî ji wan re got ger min bi ceyrana qeçax emel kiribe îspat û delîl nîşanî min bidin. Ji min re gotin ku dîmen hene. Li bilgîsayarê nihêrtin û tiştek nedîtin. Bila werin cardin sayacên me kontrol bikin. Em qet ceyrana qeçax bi kar neaniye.”

Taxiyên bi navê Xanim Kazat, Alî Kakiz, Seyran Çelîk, Evdisselam Oner û Muhammed Guler ên ku ji teref DEDAŞê ve ji wan re cezaya ceyrana qeçax hatiye birîn di derbarê mijarê de diyar kirin wan ceyrana qeçax bi kar neanîne, bila werin sayacên wan cardin kontrol bikin, dibêjin we bi ceyrana qeçax emel kiriye û tu delîl û îspatê nîşanî me nadin.(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir