• DOLAR 32.268
  • EURO 34.728
  • ALTIN 2401.905
  • ...
 "Min ji bo îbadetê dezgeha xwe danî li ber mizgeftê"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wehdettîn Denîzê 63 salî yê ku li Mûşê dijî û karê tamîrkeriya pêlavan dike destnîşan dike digel ku teknolojî pêşve çûbe û karê wan ketibe ber xelasbûnê jî hewil dide him karê xwe bidomîne û him jî hewil dide  ji mzigeftê dûr nekeve. Apê Wehdettîn ji bo karibe îbadetên xwe bi hêsanî û bi rihetî li camiyê eda bike dezgeha xwe ya pêlavan li ber mizgeftê daniye.

Denîz di axavtina xwe ya ku di derbarê mijarê de kir de destnîşan kir ev kar ji xwezûrê wî jê re maye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ji ber ku ez li derve vî karî dikim zivistanan sar û seqem e û ez nikarim vî karî bikim. Jixwe ev bû heftiyek ku min dîsa dest bi vî karî kiriye. Ez bi dil û can vî karî dikim. Ev karê min e îû ez nikarim terka wê bikim. Ji ber vê yekê ez hewil didin karê xwe bidomînim.”

Denîz di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew rojane 15 wereqe qezenc dike  û ev qezenca wê têra debara malbata wî nake, lê belê ew  ji bo mizgeft û cemaeta mizgeftê dûr nekeve dezgeha xwe her roj li ber devê deriyê mizgeftê vedike.

“Ez nimêja xwe dikim û roja xwe li vê derê diborînim”

Denîz diyar kir zêde karê wî nabe û ew roja xwe bi wan hevalên wî yên ku tên balê diborîne û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Tu mişkîleya min nîne, carcar ji bo tamîra pêlavan tên ba min, ez heqê nanê xwe wisa derdixim. Ez li ber camiyê me, nimêja xwe dikim û roja xwe wisa diborînim. Malbateke nikare debara xwe bi vê yekê bike. Ez heta êvarî encax 10-20 wereqe qezenc dikim. Lê nenêrin ku ez li vê derê me, kar nabe. Ji ber ku karê tamîrê nabe ez karê boyaxê jî dikim. Lawekî min heye, ez jê re dibêjim were kar hînî te bikim, lê nayê. Ez naxwazim dev ji karê xwe berdim, lê zarokên min jî naxwazin vî karî bikim. Ji min re dibêjin ‘bavo dev ji vî karî berde.’ Ev karê min e, nikarim dev jê berdim. Ez têm vê derê 2 Misliman tên ba min û em digel hev çaya xwe vedixwin û em diaxivin.”

 “Min ji bo îbadetên xwe dezgeha xwe danî li ber mizgeftê”

Denîz di dawiya axavtina xwe de diyar kir ger rojane wereqeyek jî têkeve destên wî ew şikir dike halê xwe û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Min ji bo camiyê dezgehê xwe danî li ber camiyê. Hevalên min jî tên camiyê. Karê min li vê derê ye, ez dev jê berdidim û diçim camiyê. Ez bi destên xwe dixebitim. Ji ber derziyan destên min tev ltahrîş bûne. Karê min bi zehmet e, ez di nava toz û dûmanê de dixebitim. Ji Xweda re bi hezaran caran şikir be, ê ku riziq dide ew e.”(ÎLKHA)





























Bu haberler de ilginizi çekebilir