Îthalat û îhracat zêde bû
Di meha Adara 2017an de îhracat ji sedî 13,6 û îthalat jî ji sedî 6,9 zêde bû.
Di Meha Adara 2017an de îhracat li gor meha heman sala borî ji sedî 13,6 û îthalat jî ji sedî 6,9 zêde bû.
TUÎK îstatîstîka ticaretê ya meha Adarê daxuyand. Li gor danayên TUÎKê di meha Adara 2017an de îhracat li gor meha heman sala borî ji sedî 13,6 û îthalat jî ji sedî 6,9 zêde bû.
Li gor danayên TUÎKê yên ku hatine daxuyandin digel zêdebûnan di meha adarê de îhracat gihaşt reqema 14 milyar û 496 milyon dolar û îthalat jî gihaşt reqema 18 milyar û 986 milyon dolaran.(ÎLKHA)