• DOLAR 32.45
  • EURO 34.829
  • ALTIN 2438.673
  • ...
Ji Parlamentoya Elmanyayê qerara qedexeya çarşefê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endamên meclîsa Almanyayê bi şiklekî qismî çarşefê qedexe kir.

Pêşnûmaya qedexekirina çarşefê ji meclîsa binî ji meclîsa jor ve hat şandin. Li gor yasayê memûr, hakim û eskerên Misliman dê nikaribin li cihê kar çarşefê li xwe bikin.

Partiyên neteweperwer ên li Almanyayê ji bo  di qamûyê de çarşef bê qedexekirin zextan li hikûmetê dikin û her wiha teleb dikin ku wek Fransayê çarşef li derve jî bê qedexekirin.

Di meha Berfanbara borî de Serokwezîr Angela Merkel banga qedexekirina çarşefê kiribû û diyar kiribû ku ev cûr cil û kinc bi şikleke yasayî ne mimkun e li welatê wê bên lixwekirin.

Merkel di daxuyaniya xwe ya ku di derbarê mijarê  dabû de wiha gotibû: “ Ew hîcaba ku temamê rû digere divê bê qedexekirin ku ev bi qanûnê mimkûn e. Nîşandana rû perçeyeke tarza me ya jiyanê ye. Qanûnên me beriya kevneşopiyên eşîran û qanûnên şerîatê ne.Rûyê xwe nîşan bide. Destûr nikare bê dayîn temamê rû bê girtin û divê bê qedexekirin.”

Di meha Sibatê de Eyaleta Bavyerayê  plana qedexekirina çarşefê ya li avahiyên qamûyê, mekteb, zanîngeh û şofêrtiyê  eşkere kiribû.

Li Fransa, Avusturya, Belçîka û Tirkiyê jî lixwekirina çarşefê ya li hinek avahiyên qamûyê qedexe ye. Her wiha qedexe li Hollanda, Danîmarka, Rûsya, Îspanya û Îsweçê jî heye.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir